Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) bi fikarên kûr geşedanên dawî yên li bajarê Kobanî dişopîne, ku li ser bingeha reftarek nepejirandî ya welatiyekî ku ala dewleta Sûriyê anî xwarê, her wiha bertekên bi alozî yên li pey wê rûdan, ku gihîştin gundewarê Helebê yê Bakur, Efrîn, Ezaz, heya Hesekê û Qamişlo.
Meclîsa Sûriya Demokratîk tekez dike ku ev kiryar reftarek kesane ye, ne vîna xelkê herêmê û ne jî helwestên hêzên niştimanî nîşan dide. Di heman demê de, MSD hemû bertekên ku rengê tolhildanê girtine an jî ji çarçoveya yasayî derketine red dike, ji ber ku ev kiryar dibin gefeke rasterast li ser aştiya sivîl û yekparçebûna civaka Sûrî.
Di vê qonaxa hestiyar a ku welat tê re derbas dibe de û bi destpêkirina rêça başbûna niştimanî û pêşveçûna di pêvajoya entegrasyonê de li gorî rêkeftinên hatine îmzekirin; her kiryarên kesane yan bertekên ne berpirsyar wê bibin sedema têkdana aramiyê, gefxwarina li ser aştiya navxweyî û vekirina deriyê fitneya ku xizmeta berjewendiyên Sûriyê û gelê wê nake.
Meclîs careke din tekez dike ku ala dewleta Sûriyê sembolek niştimanî ya yekgirtî ye, ku berê jî di helwestên fermî de rêzgirtina ji bo wê hatibû piştrastkirin wekî yek ji nîşaneyên serweriya niştimanî ya Sûriyê. Her wiha tekez dike ku sembolên Kurdî beşek resen in ji nasnameya niştimanî ya Sûriyê bi pirrengiya wê û destdirêjiya li ser her yek ji van sembolan deriyê fitneyê vedike û xizmeta ajandeyên ku ne di berjewendiya gelê Sûriyeyê de ne dike.
Her wiha Meclîs destnîşan dike ku her binpêkirin, kiryarên provokatîf yan êrişên ku ji kîjan alî ve bin û li kîjan derê bin li seranserî erdnîgariya Sûriyê, divê li gorî yasayê rûbirûyê wan bibin û kesên sûcdar radestî dadmendiyê werin kirin, da ku necezakirin nebe bingeh û mafên hemû welatiyan werin parastin.
Îro ji her demê bêtir pêdiviya Sûriyê bi çespandina nirxên lihevhatina niştimanî, xurtkirina yekitiya civakî û redkirina her cureya fitne û kaosê heye. Li ser vê perspektîfê, Meclîsa Sûriya Demokratîk bang li hemû hêz û aktorên civakdike ku bi berpirsyariya herî bilind a niştimanî tevbigerin, ji bo aramkirina rewşê bixebitin û rê li ber kişandina ber bi alozîyên ku aramiyê dixin xeteriyê bigrin.
Di dawiyê de, Meclîs bang li saziyên ewlehî û dadmendiyê yên peywendîdar li hemû deveran dike, ku berpirsyariyên xwe yên tam di parastina welatiyan, kontrolkirina binpêkirinan û sepandina yasayê de pêk bînin, bi awayekî ku dadmendiyê pêk bîne û aştiya navxweyî biparêze.
21’ê Adara 2026’an
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk


