Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD`ê bi partî û eşîran re dicive û pirsgirêk û çareseriyan bi wan re dinirxîne

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê pêşwaziya şandeke pêşeng a Partiya Îradeya Gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şanda Partiya Îradeya Gel ji parêzer Mihemed Hac Elî, Xelef Biro û Ebdulbeqî Şêx Nûr pêk dihat û ji aliyê Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Mihemed Elî ve hatin pêşwazîkirin ,û endamê desteya rêveber Sebit El-Coher û endamê Nivîsgeha Têkiliyan Ezher Ehmed.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya niha û helwestên navdewletî derbarê pirsa Sûriyê bi giştî û rêça asayîkirina peywendiyan desthilatdariya li Şamê ji aliyê welatên erebî ve, û bandora wê li ser gelê Sûriyê.

Di civînê de rola rêkeftinên herêmî û navneteweyî, encamên wan û lihevhatina wan bi biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî re hate nirxandin.

Di 31ê Tebaxê de 2020, Meclîsa Sûriya Demokratîk û Partiya Îradeya Gel Belgeyek ji hevtêgihiştinê îmze kirin; ku yek ji xalên herî girîng sûdwergirtina ji modela rêveberiya xweser û xebata avakirina dewleteke nenavendî û demokratîk bû.

Di çarçoveya vê mijarê de, du şandên ji hev cuda yên eşîrên Kurd û Ereb serdana Navenda Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê kirin, ku di serdanê de rewşa navxweyî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aloziyên navdewletî û herêmî û bandorên wan li ser jiyan û xizmetguzarî û siyasî li herêmê bi taybetî û hemû heremên Sûriyê.

Yek ji xalên girîng ên gotûbêjê balkişandina ser gefên Tirkiyê û binpêkirinên wê li ser herêmên Sûriyê û têkdana aramiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bû. li ser hemû astên siyasî û aborî û bandorên wê yên nerênî li ser civakê bi hemû mezhebên wê.

Civîna Meclîsa Eşîrên Kurdî balkişand ser pêwîstiya parastina pirensîpên Meclisa Sûriya Demokratîk, ku rûmeta welatiyê Sûrî diparêze, bêyî cudahî li ser pêkhate, nijad û ola wî.

Ji aliyê xwe ve, Meclisa Sûriya Demokratîk ji mêvanan re tekez kir ku dê têkoşîna xwe ya avaker li ser asta navdewletî û herêmî berdewam bikin, zemîneke baş bibînin ku mafên hemû pêkhateyan li ber çavan bigire û rol û cihê wan vegerîne.

Follow Me