Di komxebateke diyalogê de, duh, Şemiyê, hejmarek ji kesayetiyên niştimanî daxwaz kirin; ji civaka Sûriyê ji bo pêşxistina têgeha nasnameya niştimanî ya berfireh, di komxebatê de şêx, rûspiyên êlan, rewşenbîr, siyasetmedar û kesên eleqedar bi karûbarên giştî li navçeya Hecîn li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê beşdar bûn.
Ew komxebata duyemîn e ku ji aliyê Komîteya Têkiliyên Meclîsa Sûriya Demokratîk li Dêra zorê ve hat organîzekirin û bi sernavê “Têgeha Nasnameya Niştîmnî ya Berfereh, Zehmetiyên ku li ber xwe dide û Mekanîzmayên Xurtkirina wê” li dijî nakokiyên siyasî yên heyî hat lidarxistin.
Enes El-Marfû, endamê Komîteya Têkiliyên MSD, têgeha yekîtiya Sûriyê, û bingehên girêdayîbûna wê, ku çareseriya rasteqîne ji nakokiyên siyasî yên heyî re nîşan dide, pêşkêş kir.
El-Marfû her wiha bal kişand ser rola ku divê her beşê civakê, çi ciwan be, çi şêx, navdar, jin û rewşenbîr be, ji bo hevgirtina civakî û amadekariya kêşeyan û rûbirûbûna nakokiyan bigire ser xwe.
Beşdar bawer dikin ku garantîkirina nasnameya netewî demokrasî ye ku bi wê prensîba edalet, wekhevî, ne cudakarî, îmkanên wekhev û parastina mafan pêk tê.
Şêx Hawas El-Casim Ebû Kessar, navdarê El-Baxûzê, nirxand ku hin tedbîr yekbûna Sûrî asteng dike, di nav de qerta nûhatî, ku ji ber şert û mercên rastiya sûrî hate ferz kirin, ji ber ku ew yek ji astengan e li ber Yekkirina nasnameya niştimanî ya Sûriyê, bi sûdwergirtin û piştgirîkirina pirojeyên. Hebûna Îranê, û milîsên Hizbullaha Lubnanî.
Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Ehed El-Muxtar li ser mekanîzmayên xurtkirina nasnameya niştimanî ya Sûriyê yên yekbûyî yên weke aktîvkirina rola rewşenbîr û akademîsyenan û balkişandina li ser aliyên ragihandinê gotûbêj kir û beşdaran tekezî li ser giringiya bihêzkirina nasnameya niştimanî û beşdariyê kirin.
Ji endamên êlan ji bo avakirin û rizgarkirinê û xwedîkirina toveke niştimanî li bakur û rojhilatê Sûriyê ku bikare tevaya xaka Sûriyê bigire ber xwe, biryar e bi hevkariya partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi armanca xurtkirina yekgirtina nasnameya nştîmanî ya gelên herêmê û bilindkirina hişyarî û hevgirtina gelan bi projeya Rêvebiriya Xweser re.







