Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi tundî şermezar dike êrîşa hovane ya ku ewlekarî û aramiya Iraqê kir armanc bi rêya bombebarankirina derdora firokxaneya Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, ku binpêkirina eşkere yasayên navdewletî ye.

Meclis di wê baweriyê de ye ku dewleta Tirk ji destpêkê ve bi serdestiya desthilatdariyê ve, bi qestî ji bo binpêkirina hiqûqa navneteweyî û rêgezên cîrantiya baş, guhnedana pîvan û peymanên navneteweyî, tehdîdkirina îradeya gelan û jiyana mirovan dixebite ku sivîlan bi hemû şêweyên destwerdana rasterast û nerasterast di karûbarên wan ên navxweyî de û destdanîna li ser azadiyên wan ên siyasî, ji ber ku Tirkiye bi heman awayî van kiryar û çalakiyên dijminane ji bo rêgirtina li veguheztina demokratîk û bidestxistina her çareseriyeke siyasî ku aramiyê li Sûriyê pêk tîne, dike.

Meclis herwiha dibîne ku êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser Silêmaniyê jî ji bo têkdana yekrêziya rêzên Iraqê ye, ku hevparê sereke ye di şerê li dijî terorê de, bi taybetî ku ev êriş yekser piştî kuştina Iyad Cibûrî hat, Serkirdeyê rêxistina terorîst a DAIŞê di operasyonekê de ew li bajarê Idlibê ku di bin parastin û bandora komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê de ye, kir armanc.

Ji ber vê yekê em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku esmanê Sûriyê û Iraqê li ber Tirkiyê bigire û êrişên wê şermezar bike û vê reftarên dijminane û keyfî şermezar dikin ku armanca wê lawazkirina rola kurdan di her diyalog û çareseriyeke demokratîk de li welatên cîran û astengkirina hewlên têkoşîna li dijî terorê û astengkirina her hevkariyek di navbera Iraq, Sûriyê û hevpeymaniya navdewletî de di çarçoveya şerê hevbeş ê li dijî DAIŞê.

8ê Nîsanê 2023
Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me