Meclîsa Sûriya Demokratîk

Pîroznameya Cejna Akîto

Bi boneya cejna Akîto; Sersala Aşûrî-Babilî, Meclisa Sûriya Demokratîk pîrozbahî û pîroziyên xwe pêşkêşî gelê Suryanî-Asûrî li Sûriyê û cîhanê dike, bi hêviya ku ev cejna birûmet bibe destpêka derbasbûna Sûriyan ji zehmetiyên xwe û vegera wê li ser her kesî bi xêr û xweşî.

Akîto yek ji kevintirîn cejnên dîroka mirovatiyê ye, û ev yek nîşaneya kûrahiya şaristaniya herêmê û cihêrengiya wê ya mirovî ye, û parastina wê beşek ji mîrata çandî ya cîhanî tê hesibandin, û ew dewlemendiya welatê me Sûriyê û herêmê ye.

Li ser bingehê wateyên cejna Akîto û cejnên mayî yên neteweyî û olî yên ku banga pêkvejiyanê û rêzgirtina ji cihêrengiyan dikin, em bang li hemû pêkhateyên Sûriyê dikin ku rewşa perçebûnê derbas bikin, gotina xwe bikin yek, û kar ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku jêhatî, serwer û xizmetkarê hemû welatiyên xwe be.

Em bi boneya cejna Akîto pîrozbahî û bimbarekên xwe ji her kesî re nû dikin, bi hêvîya ku cejnên bên di atmosferek aram, aştî û bextewarî de vegerin.

Her sal hûn bi xêr bin

31 Adarê 2023
Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me