Meclîsa Sûriya Demokratîk

Li ser vexwendineke fermî ji Koşka Spî, nûnera MSD beşdarî pîrozbahiya Newrozê li Waşintonê dibe

Koşka Spî li Wîlyetên Yekgirtiya Amerîkayê, Vexwandineke fermî rêkir ji Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk li Waşintonê Sînem Mihemed re ji bo beşdarbûna di pîrozbahiya Newrozê de ku ji aliyê Komela Serokatî ya Serok Joe Biden ve li mala wî ya li Koşka Spî li Waşintonê hatiye lidarxistin.

Di çarçoveya pîrozbahiyê de nûnera MSD bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re civîneke kurt pêkanî û di wê hevdîtinê de spasiya wî ji bo vexwendname û lidarxistina cejna Newrozê ya fermî kir û bal kişand ser girîngiya hevkarî û hevkariyên serketî yên ku di şerê li dijî terorîstan û têrorîsmê de wan bigihîne hev, piştgiriya aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di vê şahiyê de ji bilî nûnera “MSD”ê, civaka xelkê ku cejna Newrozê li Rojhilata Navîn pîroz dikin, ji xelkê Îranê û herwiha berpirsên Koşka Spî, şêwirmendên serokomar, siyasetmedar û rojnmevan jî amade bûn.

Di pîrozbahiyê de Serok Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden axaftinek ji gelên ku Newrozê pîroz dikin re axivîn û hevxemiya xwe bi gelên bindest re diyar kirin, û nirxên Amerîkayê nîşan da di doza gelan û azadiyê de.

Cejna Newrozê her sal dikeve bîst û yekê adarê, her sal ji aliyê gelê Kurd ve weke serê sala Kurdan tê pîrozkirin. ji aliyê gelê Faris ve.
Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekê ye ku serokatiya Amerîkayê bi vî awayî û li Koşka Spî cejna Newrozê pîroz dike.

Follow Me