Bi xemabariyeke mezin, Meclisa Sûriya Demokratîk koça dawiyê ya kesayeta welatparêz û lêkolîner Besma Qademanî radigihîne ku îro piştî têkoşîna bi nexweşiyê re ji nav me koç kir.
Bi koça wê, welatê Sûriyê kesayetiyek niştimanî û zanistî ji dest da, ku piraniya jiyana xwe ji bo xizmetkirina welatê xwe û mafên gelê xwe terxan kir, û ji bo beşdarbûna di çalakî û destpêşxeriyên niştimanî de ku daxwaza çareseriyekê dike ji krîza ku ji Adara 2011an vir ve welatê wê girtiye.
Jina koçkirî bi gelê xwe re di nava zehmetiyên wan de rawestiya û ji bo bidestxistina daxwazên azadî û rûmetê şer kir, piştgirî da şoreşa wan a li dijî sitemkariyê ber bi avakirina dewleteke niştimanî dûrî alîtiyê û xendekbûyînê, wê hilbijart ku li kêleka gelê xwe bimîne ta ku îro koça dawî kir.
Meclisa Sûriya Demokratîk sersaxiyê û hevxemiya xwe ya mezin ji endamên malbata wê jina rehmetiyê û gelê Sûriyê giştî re dixwaze.
2’ê Adarê 2023
Meclisa Sûriya Demokrîk