Meclîsa Sûriya Demokratîk

Peyama sersaxiyê û hevxemiyê ji qurbaniyên erdheja Sûriyê û Tirkiyê re

Em bi xemgînî û nîgeraniyeke mezin dişopînin ew nûçeyên encamên bi êş ên erdheja ku bandor li deverên berfireh li seranserê Sûriyê kir, bi taybetî sînorên di navbera Tirkiye û Sûriyê û gelên Sûriyê û Tirkiyê ji encamên wê bandor bûne.

Texmînên destpêkê diyar dikin ku di encama erdheja ku li gelek navçe û parêzgehên Sûriyê rû da, bi sedan welatiyên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û ziyan gihîşt mal û milkên wan, herêmên Tirkiyeyê jî bandor kirin.

Felaket û şehîd, birîndar û êşên ku li dû xwe hiştiye, tenê nîşana yekbûna çarenûsê ye û li şûna çewsandin û tehdîdan pêwîstî bi nêzîkbûn û bihevre jiyanê heye. Birîndar yek e û em encamên wê radigirin.

Ji qîrîna axê bigire heya qîrîna êşan; Em bang li her kesî dikin ku destê alîkariyê dirêj bikin ji bo rizgarkirina navçeyên xizandî, alîkariya birîndar û kesên di nava xirbeyan de mane, sitargeh, cihên komkirina ewle û şert û mercên parastinê ji bandora bahozê û sermayê û germahiya kêm peyda bikin bi taybet ji zarok û kal û pîr.

Em bang li hemû saziyên tendirustî û alîkariyê yên pispor û her wiha berevaniya sivîl dikin ku bi qasî ku pêkan hewcedariyên pêwîst peyda bikin.

Em bang li hemû saziyên navneteweyî jî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. rûbirûyê vê karesatê bibe û tedbîrên ku piştgirîya rizgarkirina sivîlan bike û rê li ber mezinbûna vê karesatê bigire..

Ev felaketeke ku me dixe ser pêdiviya hevgirtina mirovî û jîngehê, çareserkirina pirsgirêkan bi têgihiştin û diyalogê û vekirina deriyê çareseriyên aştiyane ji pirsgirêkan re û xwedîtina li ser heqîqetê bela û wêranî ye.

6’ê Sibatê 2023
Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me