Meclîsa Sûriya Demokratîk

Birûska sersaxiyê

Bi xemgîniyeke mezin, me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê Misrî Racayî Fayid, berpirsê Navenda Misrê ya Lêkolîn û vêkolînên Kurdî wergirt.

Rehmetî yek ji wan kesayetiyên lêkolîner bû ku ji nêz ve li ser pirsgirêka gelê Kurd sekinî û bi hemû hûrgiliyên wê şopand. Têkiliyên wî yên berfireh bi têgihiştina pêwîstî û mafên gelê kurd û rêyên diyalogeke berhemdar a erebî-kurdî bû, gelê kurd di fikir û ruh de gotar û pirtûkên ku li ser pirsgirêka kurd pêşkêş kirine ji bîr nake.

Di vê helkefta bi êş de em di Meclisa Sûriya Demokratîk de sersaxiyê ji xizmên wî û gelê Misrê yê bira re dixwazin.

28 Çile 2023

Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk li Misrê

Follow Me