Komek şêx û rûspiyên Reqayê, roja Çarşemê civiyan, li ser mekanîzmayên gihîştina hevgirtina civakî û siyasî di komcivîneke Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk li Reqayê.
Beşdarên komcivîna ku ji aliyê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk ve hatibû bangawazîkirin; Şêx û navdarên êlên Reqayê û çalakiyên civakî û siyasî, tevî beşdarbûna hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê û Berpirsê Têkiliyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk.
Şêx Mihemed Nûr El-Dîb hevserokê Meclisa Reqayê amaje kir bi çawaniya berfirehiya çarçeweya niştîmanî ya sûrî bi hêza êlan û çalakiyên civakî ku ev êl weke sîstem hemû endamên wê bi heman mafan û xwedî heman erk in.
Berpirsê Têkiliyên Leşkerî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî li ser girîngiya hevgirtin û aramiya civakê axivî. û rola malbat û êlan di dema qeyranan de di parastina aştiya sivîl û pêkvejiyanê de û derbaskirina kêşeyên li pêşiya wan.
Ji aliyê xwe ve, endamê Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk, Kamil el-Hezber, destnîşan kir li ser berfirehiya êlên sûrî û dîroka wan a hevpar ku ew beşek ji jîngeha herêmê ne û şiyana wan di bin siya rêgirtinekê de di heman dema xetimandina asoya çareseriyê ji kirîza Sûriyê re rizgarkirina rewşê û xêzkirina xetên berfireh ji bo çareseriyê ye.
Amadebûyan bi tevlêvlêbûnên xwe di pêşkêşkirina pêşniyaran de û balkişandina li ser projeya niştimanî ya ku ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk ve ji bo çareseriya Sûriyê tê birêvebirin, bo gihandina daxwazên sûriyan ji bo guhertinê, û avakirina sîstemeke siyasî li ser bingeha beşdarbûn û rêzgirtina taybetmendiya herêm û pêkhateyên Sûriyê.
Li aliyeke din, beşdaran bi yekdengî li ser pêwîstiya dayîna cih ji eşîran re li hev kirin ji bo ku bişopînîn rewşê û roleke aktîf bilîzîn di pirekê de di navbera rêveberî û civakê de û bibe berdevkê civakê di derbirîna pêwîstiyên bingehîn ên gel û karûbarên xizmetguzariyê de.
Ji aliyê xwe ve, Mihemed El Nasir endamê Meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat û got: “Hevgirtina civakê bi rêya bidestxistina edalet û wekheviya civakî ji bo hemûyan, tevlêbûna saziyan, dûrketina ji ezmûnên berê û bi lêkolîna rasteqîn, zelalbûn û pêbaweriya hevpar a di navbera rêveberî û civakê de.”
Ev hevdîtin pêk hat li ser daxwaza şêx û rûspiyên ku şanda Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Reqayê û gundewarê wê serdana wan kir, û bi avakirina komîteyek bi serokatiya şêx Lorens El-Borsan ji bo şopandina pêkanîna pêwîstiyan.