Duh, Yekşemê, komek jinên Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji bo gotûbêjkirina asoya çareseriya siyasî û rêyên vegerandina axa Sûriyê ya dagîrkirî (Efrîn wek nimûne) û rola sereke ya jinan di pêkanîna vê yekê de.
Nûnerên partiyên siyasî, jinên Sûriyê yên ji pêkhateyên cuda û jinên herêma Efrînê ya dagîrkirî beşdar bûn di komcivîna ku Ji aliyê Nivîsgeha Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ve hatinû sazkirin, bi sernavê “Stratejiya Rizgarkirina Efrînê ji Perspektîfê jinê ve” hate lidarxistin.
Jinan di rûniştina yekemîn de mijara dagirkeriya Efrîn, rola hevsengiyên navdewletî û daxwazên hêzên herêmê, ku rêvebera navenda Helebê ya Meclisa Sûriya Demokratîk Cîhan Mihemed li ser bikaranîna Tirkiyê ji nakokiyên hêzên navdewletî û bikaranîna kartên siyasî û pirsgirêkên mirovî ji bo Efrînê axivî. giheştina armancên berfireh û dagîrkeriyê Erdên cîran, guhnedana qanûnên navdewletî û mirovî.
Derbarê çareseriya Sûriyê û pêşhatên di qada siyasî de, çalakvana mafên jinan li Helebê Sara Xelîl got ku rewşa Sûriyê pêwîstî bi Diyaloga niştimanî ya Sûrî-Sûrî heye da bibe bingeha rola lihevhatina hêzên niştîmanî û berdewamkirina proseya siyasî li gor biryarên navdewletî.
Derbarê îhtîmala asayîbûna di navbera Enqere û Şamê de jî, Xelîl got: “Ev nêzîkbûn dê xizmeta berjewendiyên Gelê Sûriyê neke ji ber dagirkeriya Tirkiyê li herêmên berfireh ên Bakurê Sûriyê, berovajî wê, aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû û pir aloz dibe ku qetlîama Sûriyê bidawî nake.”
Wê tekez kir li ser bidawîkirina dagîrkeriyê û jinavbirina terorê, ji bo amadekirina avakirina Sûriyeyeke nûjen li gor bingehên şaristanî yên ku rêzê li pirdengî û cihêrengiyê digirin û beşdarbûn û nepeniya herêmên Sûriyê teşwîq dikin.
Cîhan Mihemed her wiha ronahî da ser girîngiya herêma Efrînê ya li bakurê rojavayê Sûriyê, xweza û dewlemendiya herêmê û ya herî girîng pêkhateya wê ya demografîk.Ji dema dagirkirina Efrînê di sala 2018an de, Tirkiye heta niha.
Muhammed di dawiya rûniştina yekem de ji civaka navneteweyî û Yekîtiya Dewletên Erebî xwest ku li hember siyasetên berfirehkirina Tirkiyê û li dijî vê yekê rûbirû bibin, li ser xeteriya pêkanîn û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser ewlekarî û aramiya herêmê hişyarî da û bang li hemû jin, mêr û hêzên niştimanî yên demokratîk ên Sûriyeyê hat kirin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêma Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê bibin yek.
Di rûniştina diwem de, li ser rol û berxwedana jinê li Efrînê û steratejiya vegerê ji aliyè endama nivìsgeha têkiliyên MSD Zeyneb Qenber ve hat gotûbêjkirin, ku behsa berxwedana jinê li Efrînê di bombebaranên dewleta Tirk û binpêkirinên eşkere ku rastî wan tên û heta niha jî weke sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, amaje bi encamên dagirkeriya Tirk li ser herêma Efrînê û Sûriyeyê bi giştî û rastiya tal a ku jin di kampên koçberkirinê de dijîn.
Jo bo dawîkirina dagîrkeriyê, Qenber bang li jinên Sûriyê kir ku leza xebata xwe bilind bikin, enerjiyê bi kar bînin û dorhêla peywendiyên xwe berfireh bikin, da ku mijara rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên Sûriyê yên dagîrkirî bibe pêşengiya têkoşîna jinan fişar li ser Tirkiyê di forumên navdewletî û platformên mirovî de û kar li ser hemû astan heta ku hemû axa Sûriyê bên vegerandin.
Meclisa Sûriya Demokratîk ji destpêka damezrandina xwe ve bi rêya Nivîsgeha Jinê kar dike ji bo yekkirina hewlên jina Sûrî piştî bi hêzkirina wan, girîngiyeke mezin dide pêwîstiya bi bandorkirina jinan jî Pêvajoya siyasî û beşdariyê wê ji bo biryardana niştîmanî û diyarkirina çarenivîsa welat.