Meclîsa Sûriya Demokratîk

Komcivîneke diyalogê li Minbicê li ser êrîşên dewleta Tirkiyê

Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi Komcivîneke diyalogê derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyeyê û rêya çareseriya siyasî hate nîqaşkirin, roja Yekşemê li salona Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê li dar xist.

Di Komcivîna diyalogê de şêniyên herêma Minbicê û gundewarên wê, tevî nûnerên saziyên îdarî, rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûsipiyên eşîran, rewşenbîr, siyasetmedar, endamên partiyê û hiqûqnasan, kombûneke mezin a gelê herêma Minbicê û gundewarê wê amade bûn.
Hevserokê Nivîsîngeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Mihemed Elî di destpêka civînê de dawîn pêşhatên siyasî li ser asta herêmî û navdewletî şîrove kir û diyar kir ku Sûriyê beşeke ji derdora xwe ya herêmî û tiştên ku li cîhanê diqewimin dê bandorê li ser herêmê û Sûriyê jî bike û berovajî wê.

Mihemed Elî anî ziman ku di bin ronahiya kaos û nakokiyên cîhanî de, me karî li bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi şoreşeke demokratîk a ku gelan bigihîne hev û bibe hêviyeke nû ji bo hêzên demokrasiyê li cîhanê, û ev yek bû sedema ku ew piştgiriya Sûriyê bikin, bi Hêzên Demokratîk di şerê li dijî terorê de.

Mihemed Elî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku Tirkiyê ji destpêkê ve destwerdan di karûbarên Sûriyê de kir û dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk Minbicê rizgar kir û alavên wê yên cîhadîst û terorîst nekarî aloziyê li herêmê belav bike, Tirkiyê rasterast destwerdan kir û Cerabulus dagîr kir, ev yek dabeşkirina rasteqîn a erdnîgariya Sûriyê.

Derbarê gefên Tirkiyê de, endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Elî Rehmûn eşkere kir ku Tirkiye ji çend aliyan ve gefê li operasyona leşkerî dixwe, ku yekem ji wan siyaseta wê ya berfireh, pêkanîna Peymana Milî, hinardekirina qeyranên wê yên aborî û hilbijartinan yên navxweyî û têkdana aramiya herêmê.
Ji aliyê xwe ve beşdaran di tevlîbûnên xwe de bal kişandin li ser bijartina berxwedanê û rûbirûbûna vê bomberdûman û êrîşan û xemgîniya xwe ji hevkariya gelê Sûriyê bi dagirkeriya Tirk re û veguhertina wan ji bo çeteyan û amûrên ku li dijî gelê xwe bikar tînin, wan anî ziman ku xelkê hişyariya xwe zêde kirine û weke ku li Îskenderûnê qewimî, axa xwe naterikînin.

Follow Me