Meclîsa Sûriya Demokratîk

Bedran Çiya Kurd: Nêzîkbûna Sûrî-Tirkiyê xizmeta berjewendiyên Sûriyan nake û ev komployeke nû ye

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Bedran Çiya Kurd” bi rêya sepana Zoom beşdarî Foruma Diyalogê ya ku ji aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ve li kantona Şehba hatibû organîzekirin, bû. Badran Çiya weke bersivekê behsa guhertinên siyasî û şerê Rûsya û Ukrayna û bandorên wê li ser cîhanê kir, dosya Sûriyê û siyaseta Tirkiyê ya li hember şerê berdewam dibe sûdmendê herî mezin.

Çiya Kurd daxuyanî û polîtîkayên hikûmeta Swêdê yên di demên dawî de yên li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kir.
Her wiha bal kişand ser zextên Tirkiyeyê yên li ser wê, guhertina helwesta hikûmeta Swêdê ya li hemberî têkoşîna gel û têkoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ku ji bo hemû cîhanê xetere ye.

Wî da zanîn ku dewleta Tirk bi her awayî hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne û ajandayên xwe derbas bike, û ev îflasa polîtîkayên wê nîşan dide, û amaje kir ku kaxeza Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, hewldan û karta herî dawî ye ku Tirkiyê bikar tîne û ev yek jî îflasa siyaseta wê nîşan dide.

Çiya Kurd li ser nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê jî got ku ev nêzîkbûn xizmeta berjewendiyên Sûriyan nake û komployeke nû ya li dijî gel e û ev nêzîkbûn weke encama têkçûna dewleta Tirk a li dijî Rêveberiya Xweser nirxand.


Her wiha astengkirina diyaloga Sûrî-Sûrî û rawestana li dijî proje û destkeftiyên şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dîtina çareyên pêşerojê ji kirîza Sûriyê re.

Wî bang li hemû partî û kesayetên Sûriyê û bi taybet di serî de hikûmeta Sûriyê kir ku li hember siyasetên dewleta Tirk li herêmê hişyar bin û rê li ber siyasetên dagirkeriyê yên Tirkiyê bigirin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Bedran Çiya Kurd” di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku Rêveberiya Xweser ji diyalogê re vekirî ye û amadehiya xwe ya temam ji bo diyalogê bi hemû hêzên niştimanî û aliyan re, herwiha tekezî da li ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî û diyaloga Sûrî-Sûrî, di çarçoveya çareseriyeke lihevhatî de ku mafên hemû gelê Sûriyê misoger dike.

Add comment