Meclîsa Sûriya Demokratîk

Hevdîtina diyalogê ya li Şehbayê bi daxuyaniyeke dawî xebatên xwe bi dawî dike

Di bin dirûşma “Na ji nêzîkbûna rejîma Tirkiyê û Sûriyê re bi terorîstên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê)”, forûma diyalogê bi serperiştiya Meclisa Sûriya Demokratîk de di 11.09.2022an de hate lidarxistin, li Salona Çand û Hunerê ya Axîn li Fafîn, li navçeya Ehdas herêma El-Şehba.

Di hevdîtinê de sê mijar hebûn:
1- Rastiya dewleta Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) di aloziya Sûriyê de.
2- Encamên nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê û terorîstên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) li ser rewşa Sûriyê.
3- Helwesta gelê Sûriyê û civaka navdewletî li hember Heyet Tehrîr El-Şam.

Di forumê de saziyên rêveberiya xweser ên herêma Efrînê, nûnerên partî û hêzên siyasî, rûspî, rûspiyên êlan, rewşenbîr û parêzer bi beşdariya akademîsyenan û çalakvanên siyasî ji parêzgehên sûrî pêk hat.

Di dawiya forumê de, beşdaran li ser çend encamên forumê kom bûn ku wekî pêşniyar, ev in:

1- Tekezî li ser yekrêziya herêmên Sûriyê û xebat û hewldana ji bo rizgarkirina hemû axa Sûriyê yên dagîrkirî û paqijkirina wan ji her cure terorê.
2- Beşdaran tekez kirin ku Tirkiye hêzeke dagîrker û piştevana sereke ya terorê li Sûriyê ye.
3- Hemû komên çete yên bi her navî, ku li ser xaka Sûriyeyê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ti têkiliya wan bi Îslamê re nîne, belkî bi kiryar û binpêkirinên ku pêk tînin, terorê temsîl dikin li ser asta tawanên şer, li gorî raporên navneteweyî.
4- Vexwendname ji kesayetiyên êlan û kesayetên niştimanî yên herêmên dagirkirî re ji bo kombûna li derdora Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji ber hebûna projeyekê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.

5- Daxwaz ji civaka navneteweyî, sazî û dezgehên navneteweyî, ku di serî de Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê bi parastina aşitî û ewlehiya navneteweyî re têkildar in, dikin ku erkên xwe yên li hember dewletên endam li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin û biryarên pêwîst ji bo rûbirûbûna terorê û paqijkirina navçeyên hebûna wan.
6- Em bang li civaka navdewletî dikin ku piştevaniya diyalogên siyasî yên Sûrî-Sûrî bike, û giringiya nûnertiya hemû aliyên sûrî ji bo gihiştina çareseriyekê li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo ku zemînek ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh bê vekirin.
7- Em bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navdewletî dikin ku hemû herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên çekdar ên ku herêmên dagirkirî veguherandine qada terorê, rizgar bikin.

8- Her wiha em bang li welatparêzên birûmet ên herêmên dagirkirî dikin ku rêzên xwe bikin yek û li hemberî berfirehkirina Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) rawestin, ji ber ku ew nûneratî û pêkanîna armancên Heyet Tehrîr El-Şam e bo dewleta Tirk a dagirker.
9- Nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê nabe çareserî ji kirîza Sûriyê re, lewma nabe hikûmeta Sûriyê bi rêjîma Tirkiyê re ku piştevaniya Heyet Tehrîr El-Şam dike û bi gelê Sûriyê re bi hemû pêkhateyên wê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan kar bike di krîza Sûriyê.
10- Daxwaza xurtkirina diyalogên cidî di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de ji bo gihiştina çareseriyên cidî ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê.
11- Daxwaza betalkirina peymana ewlehiyê ya Edeneyê ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de.

Follow Me