Meclîsa Sûriya Demokratîk

Îlham Ehmed bi Ethan Goldrich re geşedanên li ser qada Sûriyê gotûbêj dike

Xanim Îlham Ehmed seroka desteya rêveber ya Meclisa Sûriya Demoqratîk li gel şandeke hikûmeta Amerîkî bi serokatiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve bo karûbarên rojhilata jêrîn Ethan Goldrich civiya. Di destpêka serdana xwe de, şanda Amerîkî tekezî li ser bilind nirxandinên xwe yên ji bo hevkarîkirina aliyên siyasî, leşkerî û îdarî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û tekezî li ser berdewamiya hewldanên hevbeş bo şerê li dijî DAIŞê kir. Her du aliyan pêşhatên li meydana Sûriyê bi taybet li bakurê Sûriyê û berdewamiya gefên Tirkiyê li ser navçeyê gotûbêj kirin.

Şanda Amerîkî ji nûnerên Wezareta Derve û pisporên dije-terorîzmê û hevahengiya li ser mijarên ewlekarî û mirovî pêk dihat, ku di civînê de tekezî li ser giringiya bihêzkirina aramiyê û pêşxistina çareseriyên radîkal ji bo pirsgirêkên kampan, bi taybetî yên ku malbatên endamên DAIŞê li bakur û rojhilatê Sûriyê tê de hene, kirin., û vegerandina welatan bo welatiyên xwe.

Di heman demê de birêz Goldrich anî ziman ku pêkanîna aramiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên hevpeymaniya navdewletî serekî ye, ligel hewildanên dawîn ji bo pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyên mirovî û karkirina bi rêxistinên navdewletî re ji bo pêkanîna vê yekê. balê dikişînin ser kêmkirina şer û agirbestê.

Ji aliyê xwe ve xanim Îlham Ehmed tekez kir ku pirsa DAIŞê pirseke navdewletî ye û pêwîstiya wê bi hewlên navdewletî heye, di demekê de ku pêwîstiya navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştevaniya geşepêdanê û pêkanîna aramiyê heye û tekezî li ser giringiya piştevaniya navdewletî ji bo Sûriyê ki bi anûstandinên Sûrî – Sûrî, ji bo bidawîkirina êş û azarên Sûriyê û vekirina zemînê ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh.

Civîn bi amadebûna endamên Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed, Afram Îshaq û Sabet El-Cewher pêk hat.

Add comment