Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD û Koalîsyona Navdewletî beşdarî pîrozbahiya pêncemîn salvegera rizgarkirina Reqayê dibin

Bi amadebûna hezaran, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed û nûnerê bilind ê hikûmeta Amerîkayê Nicholas Granger beşdarî pîrozbahiya pêncemîn salvegera rizgarkirina Reqayê ji aliyê şêniyên Reqayê ve hatin lidarxistin, ku bajarê wan ji hovîtîya terorê ya ku rêxistina terorîst a DAIŞê nûneratiya wê dike, ku berê bajar kontrol kiribû.

Pîrozbahî ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê ve hate organîzekirin ku îro Pêncşemê hate lidarxistin û şandeyên meclîs, sazî, Rêveberiya Xweser, nûnerên partî, hêzên siyasî, kesayetî û şêxên eşîran tevî girseya gel beşdar bûn, ji gel û şêniyên bajarê Reqa û gundewarê wê û şandeyên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li stadyuma şaredariyê ya li navenda bajêr.

Pîrozbahiyê bi toraneke leşkerî ya bi heybet ji aliyê komeke pêşeng a Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate pêşkêşkirin, piştre gelek axaftin ji Meclîsa Sivîl a Reqayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinê hatin pêşkêşkirin.

Ji aliyê xwe ve nûnerê bilind ê Amerîka li Sûriyê Nicholas Granger behsa hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo têkbirina terorîstên DAIŞê ji Reqayê û vekirina rûpeleke reş ji dîroka wê ya berî pênc salan kir, û got rizgarkirina Reqa qonaxeke diyarker bû di şerê navdewletî yê li dijî DAIŞê de û îro Reqa bajarê aştiyê ye.

Nicholas Granger

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di axaftina xwe ya li ser pîrozbahiyê de tekez kir ku ev roj roja jidayikbûna nû ye piştî rizgarkirina beriya 5 salan, bi hewl û fedekariya şehîdan. Pêvajoya avakirin, demokrasî û azadiya jinê” û banga xebatên zêdetir ji bo avakirina welat kir û bal kişand ser berdewamiya hevkariya bi koalîsyona navneteweyî re di têkoşîna li dijî terorê de û pêvajoyeke nû ya avakirina demokrasî û jiyanê.

Îlham Ehmed

Di vê şahiyê de pêşandanên hunerî û sirûdên kevneşopî û folklorî hebûn ku dewlemendiya çandî ya pêkhateyên vî bajarî diyar kirin.

Follow Me