Meclîsa Sûriya Demokratîk

Komxebatek li Dêrezorê li ser çareseriya Sûriyê û aktîvkirina jiyana siyasî

Meclîsa Sûriya Demokratîk û Navenda El-Masa ya Lêkolînan; Komxebatek li Dêrezorê bi amadebûn û beşdariya partiyên çalak û rêxistinên civaka sivîl li Dêrezorê di bin navê “Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û rola wan di jiyana siyasî de” organîze kir.

Çalakiyên komxebatê bi axaftina Mehmûd El-Farûq, serokê Navenda El-Masa ya Lêkolînan dest pê kir û tê de behsa partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û rola wan di civakê de û girîngiya aktîvkirina rola wan kir, nemaze piştî ku herêm di serdema kontrolkirina rêxistina terorîst a DAIŞê de zirar dîtibû.

Di dema ku endamê Komîteya Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk “MSD” li Dêra Zorê, Enes Merfû, li ser jiyana siyasî di bin desthilata deshilatdar de di dema derketina şoreşa Sûriyê de axivî, û çawa ku Partiya Beis a desthilatdar jiyana siyasî bi riya Eniya Netewî Pêşverû kêm kir.

Herwiha bal kişand ser jiyana siyasî di nav sazî û dezgehên opozisyona Sûriyê de, û amaje bi windakirina baweriya pêkhateyên opozîsyona Sûriyê bi Tirkiyê kir, di encama pejirandina wan ramanên ku li dijî cewherê gelê Sûriyê ne, wek tundrewî û “ Îslama Siyasî” kir ku ew bikevin xendeqên welatên herêmê, bi taybetî Tirkiyê, ku wan kir amûrek ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe li Herêmê.

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ti nûner û hilgirê armancên şoreşê nîne, weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku îspat kiriye ku ew modelek e ku ji bo bidestxistina daxwaz û hêviyên gelê Sûriyê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rola rêxistin û partiyan di veguhertina demokratîk de ji ber ku ew binesaziya her demokrasiyeke rasteqîne ne û rêxistinên civaka sivîl roleke mezin di aktîvkirin, birêxistinkirin û beşdarbûna di parastina gel de hene û daxwaz ji wan kir, mafên mirovan û rûbirûbûna siyasetên ku bandorê li ser jiyana wan dike û tekez kir ku her çend rêxistinên civaka sivîl rasterast bi awayekî siyasî tevnegerin, lê pêwendiyek nêzîk di navbera rêxistinên civaka sivîl û veguherîna demokratîk de heye.

Di komxebatê de, beşdarên partî û rêxistinan çend astengên ku li pêşiya aktîvkirina rola partî û rêxistinên civaka sivîl disekinin, pêşkêş kirin, wek mînak kêmbûna asta çanda siyasî di civakê de ji ber otorîterîzma bi salan ji aliyê Partiya Baas û tirsa beşdariyê ji ber rewşa nazik ya ewlehiyê û astengiyên din.
Beşdarên komxebatê pêşniyarên aktîfkirina jiyana siyasî bi xurtkirina rola partî û rêxistinên civaka sivîl, derxistina qanûnên ku peywendiyên di navbera wan û rêveberiyê de bi rê ve dibin, girîngiya mayîna wan weke pêkhateyên serbixwe, tekîd li ser pêkanîna bernameyên hişyariya siyasî kirin di civakê de û pêşniyarên din.

Follow Me