Meclîsa Sûriya Demokratîk

Hevdîtina Qamişlo li ser girîngiya çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re gotûbêj dike

Di hevdîtina Şêwrê ya Qamişlo de, ku roja Înê 16ê Êlûnê hat lidarxistin û du rojan berdewam dike, welatiyên Sûriyê yên ji pêkhateyên cuda yên siyasî, giringiya çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re ku ji sala 2011an ve berdewam dike, gotûbêj kirin.

Di forumê de, Hesen Mihemed Elî, endamê dîwana Komîteya Amadekar, kaxezeke siyasî pêşkêş kir ku tê de şiroveyeke berfireh derbarê kirîza Sûriyê, astengiyên wê, û belavbûna hêzên opozîsyonê gotûbêj kir.

Kaxezê destnîşan kir ku ji ber nakokiyên herêmî û navneteweyî yên li Sûriyê, ji ber nebûna îradeya siyasî ya gelê Sûriyê di civînên navneteweyî de, perspektîfek ji bo çareseriya kirîza Sûriyê nemaye.

Ji aliyê xwe ve Ziyad Wetfê, endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Kesayetî û Hêzên Demokratîk jî got ku “Danûstandinên Cinêvê ti çareseriyeke siyasî ji kirîza gelê Sûriyê re peyda nekir.”

Wetfê her wiha got, “Eger em di wê baweriyê de bin ku pêvajoya siyasî ya derve bi dawî bûye, divê em sedemên têkçûna wê nas bikin, ku dûrxistina gelek hêzên niştimanî û nebûna îradeyek siyasî ya rastîn ji bo çareseriyê ye.”

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Demokratan bal kişand ser pêwîstiya forumeke niştimanî ya Sûriyê û amaje bi wê yekê jî kir ku divê MSD bibe beşek ji wê ji bo sîwaneke niştimanî ya berfireh.

Beşdarên forumê herwiha bal kişandin ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, li ser bingeha diyaloga Sûrî-Sûrî, ku nûneratiya hemû hêzên siyasî bê tu dûrxistin bike.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.