Meclîsa Sûriya Demokratîk

Îlham Ehmed: Weke Sûrî hîn derfeta me heye ku em li hev bikin û çareseriyan bibînin

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed got ku hîna derfeta Sûriyan heye ku bigihin hevtêgihiştinê, rêyekê ji aloziyê re bibînin û Sûriyeke yekgirtî li ser bingehên şaristanî ava bikin.

Axaftina xanim Îlham hat di dema beşdarbûna wê di foruma şêwrê de li bajarê Reqayê, li ser vexwendina Komîteya Amadekar ji bo Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk.

Ehmed rola hêzên demokratîk bilind nirxand, ku eger li hev bicivin, piştî rewşa perçebûn û cudabûnê ya ku aliyên Sûriyê tûşî wê dibin, dê rewşeke nû di kirîza Sûriyê de pêk were.

Û wê got jî, “rêjeyeke mezin ji Sûriyan li ser çareseriyeke siyasî li Sûriyê razî ne, lê ev deng bê hêz in, lewra divê di warê guhertinan de bibin yek ji bo bidawîkirina hegemonyaya hêzên herêmî û bidawîkirina stemkariya li Sûriyê.”

Derbarê proseya siyasî de jî Ehmed got: “Pêvajoya siyasî li Sûriyê bidawî hat, piştî şerê Rûsya û Ukrayna û piştî civîna welatên Astana li Tehranê û civîna Soçî, karê Komîteya Destûrî jî rawestiya.

Derbarê nêzîkbûna di navbera rêjîma Tirkiyê û Sûriyê de, serokê desteya rêvwber ya MSD`ê diyar kir ku ev nêzîkbûn dê li ser hesabê daxwazên gelê Sûriyê be û Tirkiyê ji destpêkê ve karesata Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe yên berfireh bikar tîne. li welatên herêmê, û heta dosyaya penaberên Sûrî jî bi kar anî.

Û wê got jî ku destwerdana aliyên navdewletî di pirsa Sûriyê de dê nebe alîkar ji bo bidawîkirina şer li Sûriyê, û da zanîn ku çareseriya krîza Sûriyê ji derve nayê ji ber ku welatên destwerdanê di kirîza Sûriyê de dixwazin tenê berjewendiyên xwe biparêzin.

Seroka desteya rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed beşdarî her sê civînên Stokholmê bû, ku ji bo xurtkirina helwesteke siyasî ya yekgirtî ya hêz û kesayetên niştîmanî û demokratîk ji bo bidawîkirina şer û dîtina rêyekê ji krîzê re.

Follow Me