Meclîsa Sûriya Demokratîk

Meclisa Sûriya Demokratîk li Minbicê civîneke berfireh li dar dixe

Îro Sêşemê 5ê Tîrmehê, Meclisa Sûriya Demokratîk civîneke berfireh bi komek siyasetmedar, rewşenbîr, rêveber, kesayetî, kesayetên civakî û leşkerî yên bajarê Minbicê û gundewarê wê, di saloneke xwe de li dar xist.

Di vê civînê de, gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora wan li ser rêya çareseriya siyasî hat gotûbêjkirin û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên hevbeş di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de Hesen Mihemed Elî got: “Em di çarenivîsa qonaxeke dîrokî de ne”, dema behsa geşedanên dawî yên siyasî yên li qada navneteweyî û herêmî kir.

Di heman çarçoveyê de Mihemed Elî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Taybetmendiya sedsalê ew kaos e ku wê li hewildanên hegemonên cîhanî yên ji bo sûdwergirtin ji wê û guhertina herêmê belav bibe. Projeya Osmanî, xwe dispêre nexşeya Peymana Hezarsalî ya ku Heleb û Mûsilê di nav xwe de dihewîne ligel nêzîkbûna dawiya Peymana Lozanê.”

Derbarê redkirina navdewletî ji her kiryareke leşkerî ya Tirkiyê li herêmê, Mihemed Elî derbarê encamên vê êrişê de hişyarî da û got: “Êrîşa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê dê bibe qeyraneke bi encamên nebaş û em îro di warê siyasî û leşkerî de bihêztir in ji sala 2019’an zêdetir.”

Di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rastiya parçebûna heyî û nebûna nîşanên çareseriya aloziya Sûriyê û pêwîstiya wê yekê ku herêmên Rêveberiya Xweser ji bo tevahiya Sûriyê bibin nimûne.

Ji aliyê xwe ve, amadebûyan behsa van gefan kirin û tekezî li ser pêwîstiya rûbirûbûna wan metirsiyan kirin, bi hêviya ku civaka navdewletî helwestên tundtir li hember armancên Tirkiyê yên ku tenê Kurdan nake armanc, hebe û tekezî li ser pêkvejiyana niştîmanî û pêkvejiyana civakê ya rûbirûbûna DAIŞê kirin û îro jî gefên Tirkiyê.

Follow Me