Meclîsa Sûriya Demokratîk

Civîna girseyî ya femînîst a MSD’ê bi jinên Dêra Zorê re

Li gorî geşedanên li Bakurê Sûriyê diqewimin, îro Çarşemê 22ê Hizêranê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bi girseyeke mezin ji jinên têkoşer, kesayetên bi bandor, siyasetmedar, rêveber û rewşenbîrên keçên Dêra Zorê û gundewarê wê, civîneke jinan lidar xist li salona meclisa zagonsaz li rojhilatê welat.

Civîn bi axaftina Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk xanim Îlham Ehmed dest pê kir û tê de behsa pêşhatên dawî yên siyasî û navdewletî û herêmî û bandora wan li ser kirîza Sûriyê û herêmê kir. Ehmed destnîşan kir ku Tirkiye ji krîzên navneteweyî û herêmî û ji hev belavbûna Sûriyeyê sûdê werdigire da ku herêmên dagirkirina xwe zêde bike û destkeftiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyeyê bi dest bixe.”

Ehmed li ser hewldan û rêyên dîplomatîk ên ku MSD`ê ji bo pêşîgirtina li Tirkiyê û paşvexistina êrişên wê dimeşîne, got, “Hewldanên me yên dîplomatîk berdewam in û îro em bi biryar in ku di şer de bi ser bikevin.”, lê wê hişyarî da civaka navdewletî ji karesta mirovî ku operasiyona leşkerî ya Tirkiyê wê bi milyonan koçber bike, li herêmê valahiya ewlehiyê çêbike û çareseriya siyasî ya aştiyane asteng bike.

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirojeya rêveberiya xweser û got, “Rêveberiya xweser ji ber piralîbûn, demokrasî û nenavendîbûna xwe guncabûna xwe ji rewşa Sûriyeyê re îspat kiriye, ne berovajî.” “Divê em hemû vê rêveberiyê xurt bikin û pêş bixin, ji ber ku armanca me ya stratejîk ev e.”

Ji aliyê xwe ve hevseroka Meclisa Sivîl a Dêra Zorê Fatima Merwan behsa rewşa jinan li Dêrezorê û azarên wan di dema desthilatdariya Şamê de û di dema destdirêjî û tundûtîjiya DAIŞê de kir û îro piştî rizgariyê kêfa wê tê, ji ber ku karîbû xwe ava bike û rola xwe ya mezin bilîze û Jin niha di hemû beşan de cih digire, ew jî li kêleka hêzên leşkerî ye û di siyasetê de jî bi ser dikeve.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.