Îro sêşemê 21’ê Hizêranê, Meclisa Sûriya Demokratîk li navenda bajarokê Şedadê li başûrê Hesekê komxebateke diyalogê ji bo gotûbêjkirina pêşhatên siyasî, bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û civakî û şêx û rûspiyên eşîran.
Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Sîhanok Dîbo di destpêka komxebatê de geşedanên li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn û Sûriyê û gef û kiryarên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê axivî.
Dîbo amaje kir ku dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê xwedî armanc û armancên berfirehtir e û bi hincetên derew hewl dide armancên xwe yên emperyal bi dagirkirina axa welatên cîran û welatên herêmê vejîne.
Endamê Meclisa Serokatiyê ji şêniyên Şedadê re tekez kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nûnertiya pêkhateyên herêmê, îsbat kiriye ku ew çareseriya baş e ji bo Rewşa Sûriyê, û ew misogeriya yekrêziya navçeyên Sûriyê û rêbendeke ku li hember daxwazên welatên herêmê û pirojeyên wan ên der-sînorî nayê derbaskirin.
Dîbo her wiha got: “gefên dewleta Tirk ne tenê Kurdan dike armanc, projeya rêveberiya xweser bi hemû pêkhateyên xwe ve Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û yên din jî di nav de ye û ji ber vê yekê ew – yanî Tirkiye – hewldanên guhertina demokratîk li Sûriyê dike hedef, û modela Tirkiyê li herêmên Sûriyê yên dagîrkirî modeleke metirsîdar e û gefê li aştî û ewlehiya herêmê dixwe ji ber serweriya tundrewiyê û belavbûna pêkhateyên terorîst piştî koçberkirina niştecihên wê yên resen.
Li ser riya MSD`ê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, Dîbo amaje bi wê yekê jî kir, ku ew danûstandinan dikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan, û di vî warî de zincîre forumên wan li hundirê Sûriyê û hevdîtinên li derve bi hêz û kesayetiyên opozîsyona demokratîk re ji bo avakirina lihevhatineke niştimanî berfireh heye ku dibe sedema çareserkirina qeyranê û bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve fermandarê Meclisa Leşkerî ya Şedadê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk Sayil El-Zewbe got ku ew weke hêzên leşkerî piştgiriya çareseriya aştiyane dikin, lê dema ku êrîşek li ser herêmê çêbibe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ê bi hemû hêza xwe xaka ku ji terora DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin biparêzin.
Amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya aştiyane kirin û rûniştina li ser maseya diyalogê dûrî rijandina xwîna Sûriyê û gurkirina agirê şerê ku ev zêdetirî deh sal in berdewam dike, kirin.