Meclîsa Sûriya Demokratîk

Akademîsyenê Amerîkî: Tirkiye xwînerê DAIŞê bû û gefa herî mezin li ser aramiya herêmê ye

Akademîsyenekî Amerîkî li Zanîngeha Kolumbiya David Phillips got ku “Tirkiyê ji sala 2014an de û vir ve bûye xwînera jiyanê ya DAIŞê, tevî ku îdia dike ku endamtiya wê di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê de ye, lê piştgiriya Tirkiyê ji “îslamîzma” tund û heta îro berdewam dike.”

Û ew di gotarekê de bû ku wî di foruma navdewletî de ku îro Sêşemê 10ê Gulanê li dar ketibû, li ser “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirkiyê û berjewendiyên navdewletî de”, ku ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ve hat piştgirîkirin, pêşkêş kir, bi beşdarbûna gelek kesayetî, akademîsyen, mamoste û parêzvanên mafên mirovan ên neteweyên Ereb û biyanî.

Di axaftinê de li ser sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bertekên berdewamiya dagirkeriya Efrînê li ser paşeroja herêmê hate axaftin û wiha hate gotin: “Ez ê li ser reftarên sûcdar biaxivim. Tirkiye û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo belgekirina sûcên şer û hesabpirsîna sûcdaran ez ê plansaziyê pêşniyar bikim.”

Phillips rêveberê Bernameya Aşitî û Mafên Mirovan li Enstîtuya Lêkolîna Mafên Mirovan a Zanîngeha Kolumbia ye; balkişand ser destpêkirina plana Tirkiyê ya ji bo avakirina dorpêça ewlehiyê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê di sala 2016an de û metirsiyên wê yên ji bo avakirina herêmeke tampon ku zêdetirî 400 km firehî û 32 km kûr e.

Wî got: Herî dawî rojnameya New York Times ragihand ku Tirkiye plana xwe ya vegerandina milyonek penaberan ji Tirkiyê bo Sûriyê nû dike, ji ber ku Erdogan ragihandibû ku Tirkiyê dê mal û nexweşxaneyan ava bike da ku penaberan vegerînin, û li gorî yasayên mirovî yên navdewletî. Penaber nikarin bi zorê vegerin malên xwe, lê divê bi tevahî vegerin bi daxwaza wan û bi rûmet be, ji ber ku li ti derê aştî bê hesabxwestin tune ye, ku girîng e bo avakirina aştiyê”

Dîplomatê berê behsa hejmar û amarên herêmî û navdewletî kir ku tawan û binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê bi beşdariya bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê belge dikin. “Ciwanên herêmê ji bo propagandaya Tirkan hatin wezîfedarkirin, neçar man ku alayên Tirkiyeyê hilgirin û di vîdyoyan de spasiya Erdogan ji bo rizgarkirinê bikin. Demografiya herêmê hat guhertin, tevahiya herêma Kefer Sîn hat erebkirin, 4 hezar malbatên şervanên Ereb hatin bicihkirin, 300 malbatên endamên wê hatin bicihkirin ji tabûrên girêdayî wan derbasî gundên Şiyê û Cindiresê hatin kirin, navên kolanan hatin guhertin û jin neçar man ku sergirtinê li xwe bikin û 300 hezar sivîl ji Efrînê reviyane herêmên Til Rifalet û Şehba. Her wiha di operasyona Kaniya Aştiyê ya sala 2019’an de 300 hezar kesên din jî koçber bûn.”

Phillips bal kişand ser rola dualî ya rêveberiya Tirkiyeyê ya di têkoşîna li dijî terorê de û wiha got: “Tirkiyê ji ber ku dîplomatên tirk soza têkoşîna li dijî terorê dan, rola dualî lîst, teror ji bo tirkan kuştina kurda ye, ku hewldanên Kurdên Sûriyê ji bo avakirina demokrasiya gelerî, domdariya jîngehê, û piştgiriya mafên jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê kêm dike, û gef û êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistana Iraqê, ji bilî propagandaya şer, piştgirî ne ji bo komên cîhadî yên girêdayî DAIŞ’ê, û gefa herî mezin li ser aramiya herêmê.

 

David Phillips di dawiya axaftina xwe de got, “Tevî ku edalet dereng maye jî, em ji bo hesabpirsînê di siberojê de dixebitin ku ji bo wê rojê amade bin. Divê dosyayek ku sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê belge dike hebe. Divê databasek li herêmê û navneteweyî were organîzekirin û sûcdaran diyar bike. Database dê sûcan li gorî cihan (Efrîn û Firat, û Cezîrê) û kategoriyan (kuştin, destavêtin, koçberkirin û.) ji hev cuda bike.”

Birêz Phillips Rêvebirê Bernameya Aşitî û Mafên Mirovan e û berê wek Şêwirmendê Bilind û Pisporê Karûbarên Derve li Wezareta Derve di dema rêveberiyên Clinton, Bush û Obama de kar kiriye. Pirtûkên wî yên derbarê Sûriyê de ji eniya şer heta şerê wekaletê û çawaniya Amerîka dev ji Kurdan berda û Rojhilata Navîn winda kir.

Follow Me