Meclîsa Sûriya Demokratîk

Fermandarê Giştî yê QSD’ê: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêşîgirtina li ber projeyên berfirehkirina Tirkiyê, em li ser hemû astan dixebitin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî diyar kir ku armanca sereke ya QSD‘ê rizgarkirina herêmên dagirkirî ye ku di serî de Efrîn, Serê Kaniyê, Til Ebyad û herêmên din yên Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin û binpêkirinên herî mezin li dijî şêniyên wê yên resen pêk tînin.

Ev yek di çarçoveya Foruma Diyaloga Navdewletî ya li ser “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirkiyê û berjewendiyên navdewletî de” hat ku tê birêvebirin di bin çavdêriya Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, li gundewarê bakurê Helebê, bi amadebûna 90 nûnerên rêxistin û rêveberiyan û kesayetên serbixwe, tevî kesayetên siyasî, akademî û mafên mirovan yên Ereb û navneteweyî.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê destnîşan kir ku ji bo têkbirina projeyên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê, QSD’ê tişta ku dikeve ser milê wê yên siyasî, qanûnî û leşkerî wê bike.

Ebdî got ku armanca Tirkiyê ji vegerandina penaberên Sûriyê bo Bakurê Sûriyê guhertina demografîk û guhertina pêkhateya herêmê ye.

Wî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em rizgarkirina herêmên dagirkirî yên wekî Serê Kaniye û Efrînê ji bo xwe wek karekî pêşîn dibînin.”

Ebdî diyar kir ku Efrîn bi komployeke navneteweyî hatiye dagirkirin û şert û mercên siyasî rê nedan ku ji bo rizgarkirina Efrînê gavên serkeftî bên avêtin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku nebe hevparê pêvajoyên guhertina demografiya Efrînê.

Wî bang li alî û hêzan kir ku hişyar bin li hember siyasetên Tirkiyê yên ku hewl dide plana guhertina demografî ya li Efrîna dagirkirî di bin sîwana karên mirovî yên li ser Efrînê de bi mebesta bihêzkirina dagirkeriyê.

Follow Me