Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî derbarê hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê

Meclisa Sûriya Demokratîk bi berdewamî ragihand ku ew nepabend bi hilbijartinên ku aramncên sûriyan di jiyan, maf û hebûna siyasî de pêknîne, û dê nebe alîkar jî ji ti rêkarên hilbijartinê re ku ruhê Biryara Neteweyên Yekbûyî 2254 binpê dike.

Her çend me dixwest ku em bi rayedarên Şamê re danûstandinan bikin da ku em pêşkeftinên ku li ser avakirina rêgezek siyasî pêk bînin, lê me bi dest nexist, ew li pêşiya lihevhatinê bû asteng û berdewamiya civînan asteng dikir, û armanca wê ew bû ku dîtina xwe bêyî berçavgirtina mafên mirovan ferz bike.

Ji vê nirxandina helwestê, me hizir kir ku tundrewên rêjîmê û dijberiyê berpirsiyar in di ber hemî tawanên dijî miletê Sûrî û ji astengkirina danûstandinan ji bo çareseriya siyasî ya danûstandinî li gora biryara 2254 ya encumena ewlehiyê, ji bo damezrandina desteyek rêveberiya demkî, jîngehek ewledar, û destûrek nû jibo welat ku tê de her hilbijartinek bi zelalî, çavdêriya navneteweyî û garantî jibo encaman ku xebata berdewam bi dest xwe dixe ji bo derketina ji kirîza tal ku her kesî êş jê kişandiye.

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de piştrast dikin ku em ê nebin beşek ji pêvajoya hilbijartina serokatiyê û ne jî em ê tê de beşdar bibin, û helwesta me nehatiye guhertin ku dê ti hilbijartin nebin berî careseriya siyasî lingorî biryarên navneteweyî, serbestberdana girtiyan , vegera koçberan, û danîna bingehên nû ji bo avahiyek siyasî bê sitemkarî û ji bin kontrola yek hêza siyasî derkeve, û di atmosferek piralî ya demokratîk de ku mafên pêkhateyên Sûrî bi rengekî wekhev misoger dike, bêyî cûdahî yan ji dûrvexistin.

24’ê Gulanê 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment