Bi hatinaa Cejna Remezana pîroz, em bi germahî pîrozbahiyê bo Misilmanên Sûriyê û tevaya cîhana Islamê re pêşkêş dikin, herwiha em sersaxiya xwe ya germ ji malbatên şehîdan re dixwazin, ji ber ku em deyndarê wan in bi can û azadiya xwe di encama fedakariya şehîdên me de yên ku heta hetayê ciyê serbilindiya me dimînin.
Herwiha em pîrozbahiyên taybet pêşkêş dikin, bo keç û kurên xwe di Hêzên Sûriya Demokrat û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de yên ku bi cesaretek herî mezin hewl didin ewlehiya herêmê û can û malên welatiyên li bakur û rojhilatê Sûriyê biparêzin û peyamên piştrastkirin û ewlehiyê ji gelê me re nîşan didin.
Em hêvî dikin ji Xwedayê gewre ku rojiya hemî misilmanan di meha pîroz a Remezanê de qebûl bike, û hatina vê cejnê bibe dawiya hemî karesat û wêraniyan û deriyên aramî û aşitiyê li welatê meyê hêja, Sûriyê veke.
Her sal hûn bi xêr bin
12’ê Gulanê 2021
Meclisa Súriya Demokratîk