Seroka Meclisa Rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed pêşwaziya şandeyek ji parlementoya Belcîkî li bajarê Qamişlo kir û li ser gelek mijarên siyasî û mirovî gotûbêj kirin.
Di şandeya serdanê ya (Belçîkî) de birêz Corc Dalmanî û Kiwîn Mêsto, endamên Parlementoya Federal li Belçîka, birêz Fîlîp Vanestîtkêtsî, rêvebirê Kombenda Navneteweyî bo qurbaniyên terorê, herwiha Rodî Melek ji meclisa rêvebiriya Kombenda Navneteweyî bo qurbaniyên Terorê û Haydî dî Pawlo, serokê cîbicîkar bo hevpariya Child Focus ya piştgirî û parastina zarokên wendayî, revandî û bikarhateyên sêksî, digel hin rojnamegerên kanal û rojnameyên fermî yên Belçîkî beşdar bûn.
Di pêşwaziya wan de, digel seroka meclisa rêvebir Îlham Ehmed, her yek ji hevserokê nivîsgeha têkiliyên giştî, Cîhad Omer û Hikmat Hebîb, cîgirê seroka meclisa rêvebir , û Îlham Mutlî, ji meclisa serokatiya MSD’ê, pêşwaziya şandeyê kirin.
Her du aliyan doseyên siyasî û mirovî yên rûbirûyî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, çi di derbarê çalakiya şaneyên rêxistina terorîst, DAÎŞ, û metirsiya ji nû ve rêxistinkirina wê û hem jî gefên Tirkiyê yên berdewam ku metirsiya wê ne ji metirsiya rêxistina DAIŞ’ê kêmtir e, nîqaş kirin.
Di civînê de doseya darizandina endamên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê, bi taybetî yên xwedî nasnemeyên Ewropî, ku tê de Îlham Ehmed, hejmara çekdarên biyanî yên girtî ne di destê Hêzên Sûriya Demokrat de û metirsiya hebûna wan bêyî dadgeh kirin an ne diyarkirona çarenûsa wan, destnîşan kir.
Di heman demê de, balkişand ser doseya malbatên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê û girîngiya bernameyên vejenê û ji holê rakirina bîrdoziya tundrewê bi taybetî di nav zarokên wan de.
Serokê şandeya Belçîkî, birêz Corc Dalmanî, kêfxweşiya xwe ji modêla Rêveberiya Xweser re û girtina tedbîran bo parastina aştiya navxwe û jiyana hevbeş a pêkhateyan, diyar kir.
Herwiha biryara efûya giştî ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatî derxistin û derkirina malbatên Sûrî ji kampa Holê wekî “mirovahiya rast” wesif kir.
Ji aliyekî din ve, şandeya Meclisa Sûriya Dîmoqratîk li ser Konferansa Niştimanî ya gelên Cezîrê û Firatê û sêzdeh semînerên ku vê dawiyê pêk anî, û tedbîrên ku ew digire ji bo geşkirin û bihêzkirina Rêvebiriya Xweser bi peydakirina pispor û teknokratan, axivî.
Hêjayî gotinê ye, ku şandeya Belçîkî berê di sala 2019’an de serdana herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kiribû û wê demê bi hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer re li navçeya Eyn Îsa (El-Reqa) civiya bû.
Meclisa Sûriya Demokratîk
Add comment