Li bajarê Helebê, xuleke perwerdehiya bîrdozî, ya ku Kongira Star bi hemahengî bi Meclisa Sûriya Demokrat re lidarxistibû ,bidawî hat, bi beşdarbûna jinan ji ofîsên Meclisa Xwecihî û komek jin ji her dû Partiyên Sûriya Pêşerokê û Yekîtiya Demokrat, ligel Meclisa Jinan a Sûriyê, ev yek di çarçoveya pêşxistina endaman ji aliyên rêxistinî û bîrdozî ve, hat encamdan.
Di bin navê xuleya şehîd “Zehra Berkal” de, “Fihmiya Hemo”, endama Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokrat, xule birêve bir, ku tê de waneyên cuda yên bîrdozî û dîroka herêmê de hebûn, bi armanca zêdekirina rola jinê û nîşandana wêneya rastîn ji dîroka tekoşînê wan re, û di nav van wêneyan de “civaka xwezayî”. Dîroka jinê, rêgezên azadiya jinê.
Di dawiya xuleyê de, rahênan balkişandin ser girîngiya vê xuleyê û hewcedariya rêxistinkirina korsên hemreng , ji bo xurtkirina jinan û hêzkirina beşdariya wan di hemû waran de, tekez kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ku şehîd “Zehra Berkal” endama kordîneya Kongira Star û xebatkara di warê mafê jinê û azadiya wê de, di encama êrîş û bombebaran balafira şer a Tirkiyê li ser bajarê Kobanê de şehîd bibû.









