Meclîsa Sûriya Demokratîk

Îlham Ehmed: Divê rewşa bidûrxistinê di derheqê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji sala 1919’an û vir ve were sererastkirin

“Îlham Ehmed”, seroka desteya rêveber ya Meclisa Sûriya Demokrat, got ku niştecîyên deverên bakur û rojhilatê Sûrîyê hertim ji beşdarkirina biryarên sîyasî di dewleta Sûrî de hatine bidûrxistin, û ji roja damezrandin û lidarxistina konferansa wê ya yekem di hizêrana 1919’an de, niştecîhên van deveran nehatine beşdar kirin, ji bilî hemwelatiyê bi navê “Hecî”. Fadil El-Ebûd “ji Dêrezorê, û ew di wê demê de wekî encama têkiliyên kesane beşdar bû.

Ehmed ev rewşa qedexekirinê wekî “neheqî” pênase kir li dijî niştecîyên herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê, ku yek ji wan deverên cihêreng ên Sûrîyê tê nasandin, û tê de gelek pêkhate û komên civakê hene ku di parastina hevgirtina niştîmanî ya Sûrî de xwedî rol in.

Lê zêde kir ku tişta ku ew li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî digerin, pêkanîna nasnameyek niştimanî giştî be, bi tevlêbûna xelkên hemî herêman re û ne dûrkirina ti pêkhateyek ji pêkhateyên resen yên Sûrî an ji holê rakirina yek ji nasnameyên wê yên netewî an pişaftina wan di nav netewa yekdestê de.

“Ehmed”, şeva derbasbûyî di hevpeyvînekê de bi “Sky News Arabia” re got ku vexwendina wan ji bo “Dîdara xelkên Cizîrê û Firatê” pêngava yekem e, ku dê li pê wê gavên din hebin, tê de dê danûstandin û hevdîtinên bi vî rengî bi gelên hemî deverên Sûrî re pêk bîne, ta gihîştina avakirina nasnameya Sûrî ya giştî.

Çima destpêk ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye?

Di bersiva wê yekê de li ser sedema destpêkirinê ji deverên bakur û rojhilatê Sûriyê, “Ehmed” got ku ev herêm hatin dûrkirin û paşguhkirinê ji jiyana siyasî di nav dewleta Sûrî de ji aliyê dezgehên desthilatdar li Şamê ve, ji bilî kêrhatî hem ji hêla rejîma Sûrî û hem jî dewleta Tirk ji sirûştî û cewherê deverên Dêrezorê wekî herêmek qebîle û eşîrên ereb yên kevnar tê naskirin. Wê zêde kir ku ev dûrxisrtin xeletiyek mezin û berbiçav li dijî niştecîhên bakur û rojhilatê Sûriyê ye, ji ber vê yekê, li gorî Ehmed divê ev were sererast kirin û misogeriya hebûna mirovên van herêman divê di jiyana siyasî de ewle bibe û bi vî rengî biryargirtin bêyî ku xelkên herêmên din yên Sûrî bêne bidûrxistin.

Pêdivî heye bi avakirina nasnameyek nişîmanî berfireh

Ji bo ku nekeve bin rewşa bidûrxistin û paşguhkirina ku li Sûrî di van dehsalan de hatî sepandin û ji bo misogerkirina tevlêbûna hemî Sûriyan bi hemî pêkhateyên neteweyî, olî û yên din bê cudahî; “Ehmed” got ku pêdivî heye bi avakirina nasnameya niştîmanî ya Sûrî giştî, bi riya vejandina hemî neteweyên Sûrî û erêpêdana bi hemî nasnameyên Sûriyê.

“Ehmed” lê zêde kir ku lidarxistina dîdara xelkên Cizîrê û Firatê dê heman rêça ku em lê digerin bişopînin, ku ew jî avakirina nasnameya Sûriya berfireh, di heman demê de bi hewildanên danûstendina Kurdî-Kurdî ya ku bi înîsiyatîfa Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re dest pê kir, ku li gorî Ehmed diyar kir, ku gelek provakasyon û bertek bo xwe re anî, û aliyên xêrnexwaz hewildan van doyalog û guftûgoyên dibin, derbe bikin û alozî û nakokiyan derxin û aramiyê têkbinin di nav wan de, ku yek ji wan deverên herî ewledar û aram in li Sûriyê tê hesibandin.

Rêgirtina li ber dagirker û cudaxwaza

Derbarê tawanên ku ji hêla hin aliyên navxweyî, herêmî û heta navneteweyî ve jî hatine kirin, Seroka Desteya Rêveber ya MSD’ê “Îlham Ehmed” got tişta ku li bakurê Sûriyê diqewime divê were dîtin û berçavgirtin, yên ku dirava wê bi dirava welatê xwe diguhere û ala xwe li ser bajar û bajarokên Bakurê Sûriyê û guhertina demografî li wan herêmên dagirkirina wê dimeşîne bi teybetî li herêma Efrînê û piştra jî li Serê Kaniyê, Girê Spî û Idlib û hwd, wê tekez bike ku li wir ti cihê gumanê nîne ku Dewleta Tirk kar dike ji bo dagirkirina û qutkirina axa Sûrîyê û veqetandina wê ji erdnigariya Sûriyê, ji ber vê yekê em dikarin projeya Tirkiyê li Sûriya bi cûdabûnê binav bikin.

Ehmed” di dawiyê de got ku tevî hebûna gelek hêzên biyanî li deverên bakur û rojhilatê Sûriyê, lê nasname û karaktera niştîmanî tête parastin, têkiliyên hevkarî û biratî yên di navbera pêkhateyên herêmê de ku armanca wê parastina yekîtiya axa Sûriyê ye, vê yekê tekez dike. Hemî têgehên ku têne bikar anîn an jî sembolên ku cudabûn û veqetandinê binav dikin, em wan bi tevahî red dikin, û hevpariya di Rêveberiya Xweser de di navbera pêkhateyan de bi tevahî heye, dibe ku hinekî qels be û dibe ku beşek beşdarî wê nebe, lê bi riya vê guftûgo û konfêransê di navbera pêkhateyên herêmê de em hewildidin ku hemiyan li xwe bigire, da ku uên beşdar nebûbûn jî, beşdarî biryarstendinê bibin.

Follow Me