Li ser giringiya biryara 2254 ya giştî ya Netewên Yekbûyî di çareserkirina kirîza Sûriyê de ji bo Sûriyan gotûbêj dike; Buroya Jinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk îro Duşemê bi beşdariya jinên bajarê Tebqayê yê li qiraxa çemê Firatê semînereke diyalogê lidar xist.
Rêvebera Nivîsgeha Jinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Zebiya El Nasir rewşa navneteweyî ya ku biryara 2254ê ya Neteweyên Yekbûyî derxist û lihevhatina li ser wê û girêdayîbûna wê bi daxuyaniyên Cinêv û Viyenê û girîngiya wê ji bo Sûriyê nirxand.
El Nasir her 16 xalên biryarê destnîşan kir û girîngî da benda 4an derbarê “piştgiriya wê ji proseyeke siyasî ya bi serkêşiya Sûriyê re ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê hêsankirin (…) û hemû Sûriyeyiyên ku mafê wan ê beşdarbûnê heye, di nav de yên li dîasporayê jî dihewîne.”
Sewsen Al Hisên, endama Komîteya Çareserkirina Nakokiyan di yek ji rêxistinên navdewletî yên ku li herêmê kar dikin, ev biryar bi awayekî dadperwerane nirxand û tekezî li ser giringiya wê kir, û El Hisên pirsa çawaniya pêkanîna wê di navbera parçebûna qonaxa ku Sûriyê tê de derbas dibe, kir û çima welatên cîran pabendî wê nebûn?!
Endama Komîteya Navxweyî Turkiya El Hemada ev biryar weke “klîda çareseriya li Sûriyê” bi nav kir û got ku sedema cîbicîkirina wê jî hebûna hêzên nakok ên herêmê li Sûriyê ye Ev biryar û gavên şênber ji bo cîbicîkirina wê nedane.
Duriya El-Gedban, berdevka nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser, diyar kir ku ev biryar li gorî yasayên navdewletî ye û tekezî li ser parastina sivîlan, hatina alîkariyên mirovî û hevkariya ji bo şerê li dijî rêxistinên terorîst dike.
Têkildarî bi hêzkirina jinan, Hevseroka Meclisa Bajêr Magda El-Hisên jî diyar kir ku di sedsala 21’an de wê rola jinan di cîhana siyasetê de hebe, ku îro li vê herêmê em dibînin. Her wiha di çarçoveya vê biryarê de El-Hisên bang li hemû jinên Sûriyê kir ku vê biryarê bi cih bînin.
Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Tebqayê Nadiya El-Mihemed ji bo pêngava Rêveberiya Xweser a li gorî biryara 2254. Mamoste Wiyam El-Casim diyar kir ku jinên Sûriyê gelek tişt pêşkêş kirine û jin hîn jî dikarin pêşkêş bikin, lê ji bo ku çalak bibin û astengiyan derbas bikin pêwîstiya wan bi çend hewlan heye û ji bo civînên bi vî rengî, El Casim daxwaza hevdîtinên cemawerî kir.
Di dawiya komxebata diyalogê de, organîzatorên wê spasiya jinên beşdar kirin û bal kişandin ser girîngiya hêza siyasî ya jinan û amaje bi wê yekê kirin ku ew di avakirina Sûriyê de refên pêşketî ne.
Add comment