Meclisa Sûriya Demokratîk bi komek rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên partiyên siyasî re tevî kesayetiyan, ji rêxistinên jinan û beşdarên ji derveyî Sûriyê bi rêya teknolojiya vîdyoyî li ser asayîkirina Erebî û riya çareseriya siyasî li Reqayê gotûbêj kirin.
Mijara asayîkirina Erebî, destpêk, rêya wê û helwesta ku MSDê li hember wê da destpêkirin, îro Pêncşemê di semînareke diyalogê de li hundirê salona civînên MSDê li Reqayê hate lidarxistin.
Dr. Xssan El-Yûsif endamê desteya rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk dest pê kir bi xebatên navdewletî yên ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê hatine kirin, yên ku heta niha encamên rast li ser erdê derneketine, û encamên rewşa Sûriyê ji aliyê rewşa aborî ya xirab, rewşa perçebûn, bêîstîqrar û kûrbûna trajediya Sûriyê.
El-Yûsif her wiha got: “Me pêşwaziya rola Ereban kir, ku berê paşve vekişiyabû ji bo amadekirina rewşê bi aktîvkirina rêya proseya siyasî li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê û biryara 2254, û em bang li welatên erebî dikin ku piştgiriya opozîsyona niştimanî bikin. hêzên ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk yek ji girîngtirîn beşên wê tê dîtin.”
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran li Reqayê Ebdulrehman El-Ehmed got ku reftarên ku ji aliyê desthilatdariyê ve li Şamê hatine kirin ne handan e. Ji ber vê yekê pirsa Sûriyê bûye xaleke danûstendinê.Ehmed bal kişand ser girîngiya xurtkirina eniya navxweyî di nava rewşeke giştî de û banga yekitiya rojhilatê Firatê bi rojavayê wê re kir.
Endamê partiya hevbendiya niştimanî Ehmed Qedûr axivî li ser zemîna asayîbûna Ereban ji sala 2018an û vir ve û girêdayîbûna wê bi Biryara Netewên Yekgirtî ya dûrî çareseriya leşkerî, ku hatiye îsbatkirin ku têkçûye, û diyar kir ku asta performansa opozîsyonê ji daxwazên xwe kêmtir e, ji ber ku encamên erdhejê û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo şêniyên Sûriyê dawîn ji van amadekariyan bûn.
Çalakvanê siyasî yê bajarê Reqayê Mihemed Elî Derwîş diyar kir ku çareseriya siyasî pêwîstî bi hevgirtina hemû gelê Sûriyê heye, li pey hemû qurbanîdan, zelalkirin û destpêşxeriyên vê herêmê û bang li welatên erebî kir ku giraniyê bidin daxwazên gelê Sûriyê. Sûriyeyiyên ku hîna jî bi xwîna xwe berdêla wê didin.
Ebdulrehman El-Îsa ji Yekîtiya Rewşenbîrên Reqa, destnîşan kir ku vegera Sûriyê bo Yekîtiya Dewletên Ereb, vê pirsê dike, çima?! Û wî got jî ku yek ji sedemên vegerandina wê derketina kêşeyan e ku ji sînorên Sûriyê derbas bûne, ku ya herî girîng bazirganiya madeyên hişber û penaberan e, û tekezî li ser şiyana welatên erebî kir ku dest ji destpêşxeriyê bigirin û beşdarî çareseriya Sûriyê bibin. Meclisa Sûriya Demokratîk di hevgirtina civakî de li gorî projeya xwe ya dawî “Salona Siyasî”.
Çalakvanê sivîl Usame Ebû Udeyî de, ji cudahiyê di navbera gel û desthilatdariyê de dida û ji helwesta Ereban ne geşbîn bû. Çalakvan tekez kir ku şoreşa sûrî ya ku berî duwanzdeh salan dest pê kir, dê nesekine, lê dê dîsa dest bi riya xwe bike. Ya yekem ew e ku eger welatên erebî beşdarî rijandina desthilatê li Şamê bibin.
Di dawiyê de Seroka Kombûna Jinan a Zenobia Etîmad El-Ehmed bi tevlîbûna xwe de daxwaz kir ku rola welatên erebî di çareserkirina kirîza Sûriyê de alîkar be û alozî dernekeve, ku pêwîste gelê Sûriyê bi hev re bikevin nava hewldanan li ser maseya diyalogê, astengiyan rakin û dawî li dagirkeriyê bînin.
Add comment