Îro Çarşemê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk pîrozbahî li birêz Hisên Osman kir ji ber ku hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirt, bi serdana avahiya Rêveberiya Xweser li Reqayê kir.
Şanda MSD`ê ji hevseroka Meclîsê Emîne Omer û seroka desteya rêveber Îlham Ehmed pêk dihat, herwiha endamên destê Dr. Xesan Yûsiv.
Ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber Hisên Osman û Bêrîvan Xalid û cîgirên wan ve û bi amadebûna hevserokên meclîsa giştî Ferîd Etî û Sîham Qario ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de Husên Osman rola Meclisa Sûriya Demokratîk, eniya siyasî, di yekxistina nêrînên Sûriyê de û derxistina modela Rêveberiya Xweser weke projeyek demokratîk li pêş dadgehên Sûriyê û navdewletî bilind nirxand û di xizmetkirina gelê Sûriyê de berpirsyariyên mezin hene û barên giran ji miliyonan re hildigire ji ber qonaxeke krîtîk di dîroka Sûriyê de.
Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed xwest; Serokê Hevbeş di karên xwe yên nû de bi ser keve û bal kişand ser giringiya aliyên îdarî û pirojeyên xizmetguzariyê yên ku dibin sedema pejirandin û aliyên siyasî, û amaje bi wê yekê kir ku rêveberî çi bi dest xistiye û çi dê pêk bîne.
Di vê serdanê de ji bo ducarkirina leza kar di qonaxên bê de û zêdekirina hevahengiyê de guftûgo hatin kirin, hêjayî gotinê ye ku birêz Husên Osman roja sêşemê 23.05.2023ê wek hevserokê meclisa rêveber dest bi erkê xwe kir, piştî ku Meclisa Giştî di rûniştina xwe ya asayî ya hejmara 77an de deng da bi erêkirinê.