Bi helkefta 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran, Meclisa Sûriya Demokratîk pîrozbahî û serxweşiyên xwe pêşkêşî gelê karkerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya welat û cîhanê dike.
Em spasî û rêzgirtina xwe ya mezin diyar dikin ji her welatiyekî ku nirx û qîmeta xebatê fam dike û dinirxîne û hewleke jidil û bênavber dide ji bo belavkirina qencî û geşepêdanê.
Û em tekez dikin ku ji dil û can spasiya hewlên vê çîna kedkar ew avakirina paşerojeke baştir e ji bo wan û ji bo nifşên paşerojê piştî rizgarbûna ji sitem, teror û dagîrkeriyê, jinavbirina her cure îstîsmar û cudakariyê, û ber bi civakekê ve bi rê ve diçin ku qîmetê dide karkeran, mafên wan diparêze, û pêşketina civakî û aborî di Sûriya gişgir de ji bo hemû pêkhateyên wê pêk tîne.
Cejna we pîroz be ey kedkarno
1 Gulanê 2023
Meclisa Sûriya Demokratîk
Add comment