Meclîsa Sûriya Demokratîk

Birûska sersaxiyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk
Malbat û xizmên şehîdan
Gelê me yê azad û têkoşer

Meclisa Sûriya Demokratîk “MSD” ji dil hevxemiya xwe pêşkêş dike bo şehadeta neh ji baştirîn şervanên Yekîneyên Dije-Terorê di nav Hêzên Sûriya Demokrat de, hevkarê sereke yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, piştî xistina helîkoptera ku ew hilgirtibûn ji ber dijwariya şert û mercên hewayê, dema gera wan ji bo pevguhertina ezmûnên ewlehî û leşkerî li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê.

Girûpa ku şehîd bû di 15’ê Adarê, bi fermadaiya Şervan Kobanê û hevalên wî, gelek şer encam dan‏ li dijî terorê û serkeftinên li pey hev li bajar û bajarokên bakur û rojhilatê Sûriyê bi dest xistin, û li ser navê cîhanê şerê rêxistina terorîst a herî bihêz kir ku gef li ewlehî û aramiya li seranserê herêmê û cîhanê xist.

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de sersaxiyê ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk û malbatên şehîdên xwe yên rewa û hevrêyên wan ên ku baweriya me bi wan heye û ew ê li ser şopa wê koma şehîdan berdewam bin.

Nemirî û saxî ji şehîdan re

18 Adar 2023
Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me