Meclîsa Sûriya Demokratîk

Koma parlementoya dualî ya Nemsayê bi nunerên MSDê re li Viyenayê civiyan

Koma parlementoya dualî ya Nemsayê roja pêncşemê li avahiya parlementoyê ya li paytextê Viyanayê bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk re civiya û di civînê de gotûbêj kirin li ser çareseriya siyasî, sedemên têkçûna wê ya heta niha û şert û mercên civaka Sûriyê

Di şanda koma parlementoyê de seroka komê xanim Catherine Kocharovitz ku di heman demê de ji Bloka Partiya Sosyalîst, ji Partiya Lîberal Xanim Stephanie Kreisper, ji Partiya Lîberal birêz Helmut Brandstetter û Alois Scholl, û ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk endamê Nivîsgeha Têkiliyan Selah Ferho jî beşdarî bû.

Di civînê de çareseriya siyasî hate gotûbêjkirin li Sûriyê û rola aktorên herêmê di kûrkirina kirîza Sûriyê de û pirkirina azarên gelê Sûriyê ku ji bo guhertin û avakirina Sûriyeke nû derketine, li hundirê welat, penaberên li dîasporayê û pêwîstiya kirîza Sûriyê bi çareseriyên niştimanî û li gorî biryarên navneteweyî nêzîkatiyan dike.

Herdû aliyan Ji bo trajediya ku gelê Sûriyê zêdetirî deh sal e tê de dijî, ku rê li ber sîstemeke demoqratî, piralî û nenavendî ji bo hemû pêkhate û pêkhateyên gelê Sûriyê vedike.

Derbarê cîbicîkirina ti rêkeftinekê ji aliyê rêjîma Tirkiyê û Sûriyê ve, eger pêk were, Ferho, helwesta Meclisê daxuyakirin ku em ne lidijî têkiliyên xweş yên çîrantî, lê divê bi rêzgirtkn be û ne li ser hesabê daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo azadî ú rûmetê”.

Nûnerê MSD amje kir bi gefên Tirkiy û êrîşên berdewam li gelê bakurê rojhilatê Sûriyê, û Metirsiya her kiryareke leşkerî ya Tirkiyê li ser axa Sûriyê û encamên wê li ser aştiya sivîl û hewlên şerê li dijî terorê û şerê li dijî DAIŞê diyar kir.

Hêjayî gotinê ye ku ev yekemîn car e ku grûpa parlementoya dualî li Nemsayê bi aliyekî Sûrî re dicive ji destpêka aloziya Sûriyê ve.

Follow Me