Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Me nûçeyek ji herêma Efrînê ya dagîrkirî xwend li ser şehîdbûna parêzer û mafnas “Luqman Hemîd Henan” li ser destê îstixbarata Tirkiyê û grûpên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ji aliyê komîteyên mafên mirovan û şahidiyên li hundirê herêma Efrînê ya dagirkirî.

Parêzer û mafnasê bi navê “Luqman Hemîd Henan”, 45 salî, ji gundê “Hec Qasimo” yê navçeya Mabata (Me’betlî) ya Efrînê li bakurê Helebê ye, ji 20ê Kanûna Paşiyê ve hatibû girtin, li ber deriyê mala wî, îro danê sibê, termê wî radestî malbata wî hat kirin, şopên îşkenceyên hovane li ser hebûn.

Ev sûcê hovane ji aliyê komên çete û çeteyên girêdayî bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” û bi hevkariya saziyên îstixbarata fermî ya Tirkiyeyê; Ev dirêjkirina rêze zordestî û rijandina xwîna gelê Kurd ê resen e ji dema dagirkirina herêma Efrînê di bihara 2018an de.
Binpêkirinên rojane yên kuştin, îşkence, revandin û diziyê li herêma Efrînê ya dagirkirî û herêmên din ên Sûriyê yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, dibin tawanên şer, tawanên li dijî mirovahiyê û qirkirina etnîkî li dijî gelên herêmê.

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de bi temamî şermezar û şermezarkirina kuştina vê dawiyê, û hemû kuştin û binpêkirinqn û em dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji çekdarên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ji sûc û binpêkirinên ku li dijî gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd li Efrînê pêk tînin, berpirsyar dibînin.

Berdewamiya dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakurê Sûriyê, tê wateya berdewamiya xeleka tundî û terorê, tawan û binpêkirinên zêdetir û veguhertina van herêman bo înkubatora ramanên tekfîrî û penageheke ewle ji bo komên terorîst ên Al- Qaîde û mayîn û şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê.

Ji ber vê yekê em bang li rêxistin, deste û komîteyên mafên mirovan yên navneteweyî dikin ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî pêk bînin û li hemberî binpêkirinên rojane mudaxele bikin, her wiha em bang li civaka navneteweyî dikin ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê bîne û hemû herêmên Sûriyê yên dagîrkirî, û misogerkirina vegera bi ewle ya hemû nişteciyan bo deverên xwe û qerebûkirina kesên ku ziyan dîtine.

Rêz û nemirî ji hemû şehîdan re
Şerm û binkeftin ji bo dagirkeriya Tirk û çeteyên wê

22’ê Kanûna Pêşîn 2022

Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me