Meclîsa Sûriya Demokratîk

Komcivîneke diyalogê li ser xebatên civakî û rola wan di rûbirûbûna êrîşên dewleta Tirk de

Komîteya Têkiliyên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li Dêra Zorê; Li ser rola êl, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li hemberî êrîşên dewleta Tirk panelek lidarxist. Ev yek bi hevkariya Rêxistina Însaf ji bo Geşepêdanê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, û Meclisa Eşîrên El-Bûkemal, di roja Duşemê de, û bi amadebûna gelek çalakiyên siyasî û civakî li hundirê salona Meclîsa Gel li Hecînê li gundewarê rojhilat ya Dêra Zorê.

Endamê Komîteya Têkiliyên MSD`ê Enes El-Merfû, rewşa siyasî nirxand û li ser êrîşên Tirkiyê yên dubare li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku armanca wan berdewamkirina qeyranê û derxistina qeyranên nû yên xeternaktir û bandorê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşeroja gelê Sûriyê dike, kir.

“Ji ber vê yekê, divê em stratejiyeke niştimanî ya hevgirtî li ser bingeha projeya Rêveberiya Xweser û bi hewlên hevgirtî yên hemû endamên civakê, di nav de êl, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl pêş bixin, ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û parastina yekîtî û yekparçeyiya navxwe ya xaka Sûriyê.

Her wiha El-Merfû tekez kir li ser pêwîstiya nêzîkkirina rêzan û xurtkirina têkilî û hevgirtina niştimanî di navbera pêkhateyên civakê de ji bo rûbirûbûn û serkeftina pirojeya demokratîk û bidestveanîna daxwazên gelên ku berî yanzdeh salan şoreşa xwe dane destpêkirin û hevdîtin û xebat hemû di bin banekê de bin û planên êrîş û dagirkeriyê pûç bikin.

El-Marfû bi xwepêşandanên gel û pêkhateyên herêmê re bû mînak, ku bandoreke mezin di komkirina raya giştî ya cîhanê de kir û şiyana dagirkeriya Tirk ji bo rewakirina kampanya û nêzîkatiyên xwe yên berfirehkirina herêmên Rêveberiya Xweser lawaz kir.

Ji aliyê xwe ve, endamê Meclisa Eşîrên El-Bûkemal û berpirsê ofîsa Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Hecînê, Şêx Hewas El-Ehmed, bal kişand ser rola êl û partiyan di aramkirina aramiyê, pêkanîna ewlehiyê, bihêzkirina eniya navxweyî, û piştgirî û pêşxistina demokrasiyê.

Komcivîn bi yanzdeh derencaman bi dawî bû ku têde destwerdan, pêşniyar û nêrînên temaşevanan ji bo danîna stratejiyek neteweyî pêk hat û ya herî girîng tekezkirina giraniya êrîşên Tirkiyê, ji nû ve nirxandina şoreşê û armancên wê û daxwaza Qedexeya hewayî li esmanê bakur û rojhilatê Sûriyê.

Add comment