Meclîsa Sûriya Demokratîk

“Têkiliyên MSD” bi lîderekî partiya desthilatdar a Avusturyayê re hevdîtinê dike

Buroya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk a li paytexta Avustûrya (Nemsayê) Viyênayê bi berdevkê Partiya Gel a desthilatdar a Awûstûryayê ÖVP re hevdîtin pêk anî; Di hevdîtinê de behsa kirîza Sûriyê û rêya çareseriya siyasî hat kirin.

Endamê Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk Selah Ferho ji bo birêz Martin Engelberg, berdevkê partiya desthilatdar li Nemsayê û endamê Komîteya Pêwendiyên Derve di Parlamentoya Nemsayê de axivî; Li ser kêşeyên li pêşiya Sûriyê û aramiya wê.

Ferho wêneyek ji rewşên trajîk ên ku gelê Sûriyê tê jiyîn di encama berdewamiya şer û pevçûnên ku ev yanzdeh sal in li wî welatî berdewam dike, bêyî ku tu hêviyek ji bo çareseriyeke siyasî di demek nêzîk de hebe, destnîşan kir.

Birêz Selah Ferho u Birêz Martin Engelberg

Û bal kişande ser rola nerênî ya destêwerdanên herêmê di kirîza Sûriyê de û bertekên wê di warê aloziya kirîzê de, nemaze Tirkiyê ku dudilî nake ku aramiya herêmê têk bide û bi firokeyên bê firokevan herêmê armanc bike, û herwiha gefên wê yên berdewam, dagîrkirina herêmê û astengkirina hewldanên çareseriya Sûriyê.

Di civînê de behsa hewlên Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bo rûbirûbûna terorîstan bi şopandina şaneyên terorîstên DAIŞê û hewlên ewlehiyê li kampa Holê û navendên girtina serkirde û pêkhateyên DAIŞê li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Birêz Engelberg dilxweşiya xwe ji pirmodelên ku li bakur û rojhilatê Sûrîyê hene û rewşa pêkvejiyana di navbera pêkhateyên wê de, di nav de Kurd, Ereb, Asûrî û yên din, û di navbera ol û mezheban de, nîşan da û amaje bi danûstandina bi Meclisa Sûrîya Demokratîk re kir ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gor rêyên navdewletî.

Add comment