Meclîsa Sûriya Demokratîk

Seroka MSD: Nasnameya niştîmanî divê ji bo Sûriyê bibe faktora aramiyê

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer got ku divê nasnameya niştîmqnî ya yekbûyî bibe faktora aramiyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê, ne cihê nîgeraniyê ji ber dûrxistinê.

Axaftina Omer di dema beşdarbûna wê ya îro Înê di Hevdîtina Şêwirmendiyê ya Qamişlo de hat, ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Konferansa Kesayetiyan û Hêzên Demokratîk ve ji bo gotûbêjkirina çareseriya siyasî û têgeha nasnameya niştimanî û nenavendîkirina Sûriyê hatibû lidarxistin.

Seroka MSD destnîşan kir ku nasnameya sûrî ya ku Komara Erebî ya Sûriyê berî 70 salan hilgirtibû, aramiyek derûnî ji pêkhateyên gelê Sûriyê re çênekir.

Wê amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e Sûrî li ser şêweyê nasnameya niştimanî ya Sûriyê ku hemû pêkhateyên Sûriyê tê de ye, li hev bikin.

Her wiha Seroka MSD`ê tekez kir ku divê nasnameya niştimanî li gorî pêkhateya dîrokî ya pêkhateyên Sûriyê be, ne ya cografî ku li ser bingeha piraniyê ya din ji holê rabike.

Wê herwiha da zanîn ku rewşa parçebûna erdnîgariya Sûriyê, hebûna dagirkeriya Tirkiyê, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk li herêmên dagirkirî bandorê li nasnameya Sûriyê dike, ku ji bo gihandina nasnameya niştîmanî pêwîstî bi lêkolînan heye.

Add comment