Meclîsa Sûriya Demokratîk

92 Rêxistin û Deste, tawanên dijmirovî yên Tirkiyê şermezar dikin

92 rêxistin, komele, navend û desteyan, tawanên maşîneya leşkerî ya Tirkiyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyê, ji bajarokê Tirbe Spiyê yê gundewarê bajarê Qamişlo heta bajarê Efrînê yê dagirkirî li dijî herêmên Bakurê Sûriyê pêk tîne û weke sûcên li dijî mirovahiyê dihesibîne, ku cûrbecûr çekên li ser xaka welatekî cîran, pêk tîne.

Di van êrîşên Tirkiyê de tevî komên girêdayî wê, hejmarek ji sivîlan hatin kuştin, di nav wan de zarok, armanckirina xalên hêzên hikûmetê, agirpêketin, û ziyaneke madî ya mezin gihişte avahiyên niştecihan û nexweşxaneya Kobanî, ligel dukan û otomobîl ji ber tundiya bombebaranê û hêza teqînan.

Ev yek di daxuyaniyeke hevbeş a mafên mirovan de bû ku îro Çarşemê 17/8/2022’yan de bi îmzeya van rêxistin, komele û desteyên pêwendîdar bi mafên mirovan, ku hemû ji “Federasyona Sûriyê ya Rêkxistin û Desteyên Mafên Mirovan” pêk tên, hat îmzekirin li paytexta Sûriyê Şamê.

Daxuyaniyê êrîşa Tirkiyê ya hovane li ser welatiyên Sûriyê şermezar kir, ya herî dawî roja Sêşemê bû, û ew wek tawanên li dijî mirovatiyê ku ji aliyê peyman û yasayên navdewletî ve tên mehkûmkirin, bi taybet biryarên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî jimare 2131, 2625 / 2734, û 3314/ û /32/155/û/39/103/ ji bo salên 1965, 1970, 1970, 1974, 1977 û 1981.

Daxuyaniyê bang li civaka navdewletî, Encumena Mafên Mirovan a Navdewletî û hemû rêxistin û dezgehên herêmî û navdewletî yên hikûmetî û nehikûmî kir ku li ber berpirsyariyên xwe yên dîrokî bisekinin û li hember êrîş û komkujiyên ku gelê Sûriyê rastî wan hatine, bêdeng nemînin, sûcdar hesab bidin û pêşî li xirabûna Sûriyê û gelên herêmê bigirin.

Di encamnameyê de desteya îdarî ya Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê ji Konseya Ewlekariyê, Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan re got: (Hemû zextên cidî û bi bandor li ser dewleta Tirk a dagirker û rawestandina destdirêjiyên wê… vekişîna yekser û bê şert û merc ji axa Sûriyê … û metirsiyên dagirkeriya Tirkiyê, koçberkirin, guhertina demografîk, lêkolîn û belgekirina tawanan, û berpirsiyar girtina sûcdaran…hwd.

Add comment