Di çarçoveya bihêzkirina siyasî de, îro Duşemê, hevserokatiyên jinan ên rêxistinên civaka sivîl, bi Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk re, li salona civînan a navenda Meclisê li bajarê Reqa yê Sûriyê civiyan.
Di civînê de behsa giringtirîn aliyên siyasî û rola jinan di serkirdayetî û pêşxistina civakê de û di hemû aliyên jiyanê de hate kirin, rola ku ji Meclisa Sûriya Demokratîk re hatiye spartin ku di qonaxa bê de ya civakî bilîze, ku hêzên siyasî û kesayetên serbixwe ku bi dîtina wê bawer in.
Li ser nerîn û armancên Meclisê, Zebiya El-Nasir, rêvebira buroya jinê ya MSD, got: Meclisê erka xwe ya pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê ji bo guhertinê, guhertina demokratîk a berfireh, wekheviya zayendî û dadperweriyê û mafên jinan girtiye ser milê xwe.
Ji aliyê xwe ve, Emel Dada, seroka ofîsa têkiliyên di Meclisa Sûriya Demokratîk de, behsa nûneratiyên li derve kir û ku piraniya kadroyên wê jin in ku hêjayî û karîna xwe di karê siyasî de îsbat kirine, û hîn jî têkilî û tora di navbera wan de hene, û têkiliyên vekirina hejmareke zêde ya nûneratiyan, nemaze li welatên erebî.
Ji aliyê xwe ve hevseroka Yekîtiya Mamostayan li Reqayê Meyada El-Şêx di dawiya civîna nivîsgeha ragihandinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk de wiha got: “Îro em beşdarî civîneke Nivîsgeha Jinê ya MSD`ê bûn, sendîkayan xebatên xwe bidin nasîn û rêyên hevkarî û hevahengiyê û pêdiviya pêwendiyê bibînin.”
Şêx herwiha got: “Me di yekîtiyê de ji bo birêxistinkirin û piştevaniya jinan kar kir û di civînê de çendîn pêşniyar hatin pêşkêşkirin ji bo semînar û karên hevbeş bi mebesta bihêzkirina jinan û piştgirîkirina wan di civakê de heta bigihêjin mafên xwe yên tevahî.”