Meclîsa Sûriya Demokratîk

Civîna Şêwrê ya Helebê bi daxuyaniya dawî xebatên xwe bi dawî dike

Li ser vexwendina Kombenda Çandê ya Helebê, civîneke şêwirmendiyê di bin navê Sûriye ber bi ku ve hat lidarxistin!! Bi amadebûna nûnerên hêzên siyasî û civakî û kesayetiyên siyasî, çandî û rewşenbîrî yên Sûriyê. Gotûbêjek li her du hêlên sereke di nav du rojan de li ser têgeha nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya berfireh û têgeha nenavendî hate kirin, û lihevkirinek li ser xetên giştî û giştgîr li ser giringiya pêkhatina nasnameya niştimanî ya Sûriyê hate kirin, ji ber ku Sûriyê ji aliyê dîrokî ve, nasnameya niştimanî pêk nehatiye, û rastiya ku nasnameya niştimanî ya sûrî ji bo Sûriyê pêwîstiyeke lezgîn e û gava yekem e ji bo bidestxistina aştiya civakî.

Ji ber vê yekê li hev kirin ku armanc, formul û prensîbên hevpar û lihevhatî bên dîtin û giştîkirina wan û ji bo pêkhatina nasnameyê ji aliyê fikrî û hestyarî ve bibe navok û piştre jî weke nirxên bingehîn ên rewşenbîrî û çandî bê avakirin û hebûna wê derbikeve holê, bi rêya destûr û qanûnan wek armanceke bingehîn ji bo berdewamiya civakê û parastina yekitiya wê, li hev kirin ku li ser axaftineke nû ya siyasî û medyayî ku têgeha nasnameya niştîmanî, cihêrengiya çandî, olî, mezhebî, niştimanî û çînî li Sûriyê qebûl dike di bin sîwana wê de li ser bingeha hemwelatîbûna azad û dilxwaz, ku nasnameyeke guherbar, tevlihev û vekirî ye ji hemû aliyan re li ser bingeha naskirin û ragihandina aqilane, ne li ser bingeha tevlîbûna bi zorê.

Derbarê konsepta nenavendîbûnê de, ji ber ku pêkhateya rêjîma deshilatdar li ser bingeha navendîbûneke bihêz hatiye avakirin, û ji ber wê jî gotûbêj û guftûgo li ser nenavendîbûnê bi hemû şêweyên wê hatin kirin, di heman demê de parastina yekrêziya ax û gelê Sûriyê, ne tenê ev jî, lê wek rêbazeke rêvebirinê ji bo geşepêdana welat û nehiştina vegerandina stemkariyê, ezmûna Rêveberiya Xweser wek yek ji modêlên ku nemerkezî dikare û divê bi riya diyalogeke niştimanî berfireh were kûrkirin û pêşxistin, bi şertê ku li dora wê diyalogên cidî û çêker tên meşandin.

Di çarçoveya maseya dorvekirî de derbarê Sûriyê de, gotûbêj li ser pêşxistin û avakirina sîwaneke siyasî ya niştimanî ji bo opozisyona demokratîk li Sûriyê, ku di wê baweriyê de ye ku çareseriya siyasî ya aştiyane tekane çareserî ye ku îradeya Sûriyê ji bo guhertina demokratîk a aştiyane diyar dike, tekezî hat kirin li ser giringiya berdewamiya diyalogan di navbera Sûriyan.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.