Meclîsa Sûriya Demokratîk

“Civîna Şêwrê ya Helebê” di rûniştina xwe ya yekem de li ser nasnameya niştîmanî ya yekgirtî nîqaş dike

Roja Înê 5ê Tebaxê, Kombenda Çandî ya Helebê civîneke diyalogê di navbera hêz û kesayetên niştimanî û demokratîk û şandeke Meclisa Sûriya Demokratîk de lidar xist. Civîna diyalogê di rûniştina xwe ya yekem de, mijara nasnameya niştimanî ya yekgirtî hate gotûbêjkirin, tê de endamê desteya serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk Elî Rehmûn li ser rewşa Sûriyê û parçebûn, û dubendiya siyasî, civakî, çandî û erdnîgarî axivî, û ev yek bi sedema nebûna nasnameyeke niştimanî ji bo Sûriyê ji dema damezrandina wê ve weke dewlet, li ser têgeha nasname û şêweyên wê yên civakî, netew-dewlet û nasnameya yek-neteweyî ye.

Her wiha behsa qonaxên dîrokî yên nasnameya niştimanî li Sûriyê kir û amaje bi nebûna nasnameyeke diyar kir ji dema damezrandina Qraliyeta Sûriyê di sala 1920an de ji ber guhertinên mezin li erdnîgarî, pêkhateya rêvebirinê û belavkirina herêmî bi rêya serdema desthilatdariya Fransa û desthilatdariya Baas û herî dawî qonaxa piştî 2011ê.

Rehmûn amaje bi zordestî û stemkariya xwecihî û herêmî kir ku desthilatê li Şamê di deh salên borî de pêk aniye, û veguhertina tevgera gelêrî di sala 2011an de ji nakokiyek siyasî-aborî bo nakokiyek mezhebî ku wêranî û jihevketina civakî pêk anî.

Her wiha girîngiya nasnameya niştimanî ya berfireh a Sûriyê ji bo bidawîkirina rewşa perçebûna nasnameyê li Sûriyê û danasîna aştiya sivîl û jiyana hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên kombûyî yên di dehsalên borî de eşkere kir.

Wî tekez kir ku divê jêrxana civakî û madî li Sûriyê ji nû ve bê avakirin, perwerde bê avakirin, û herwiha gotareke nû ya siyasî û medyayî ku têgeha nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya berfireh bipejirîne, û avakirina komîteyên aştiya sivîl.

Di rûniştina yekem de, gelek gotûbêjên din hatin kirin, ku tê de amaje bi wê yekê hat kirin ku pêwîstî bi kar bo dana mafên hemû nasname û neteweyên Sûriyê di çarçoveyeke demokratîk a beşdariyê de ku mafên hemû Sûriyan ji hemû pêkhateyan diparêze ji bo derbaskirina qeyranê û çûna ber bi pêşerojeke geş.

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.