Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî li ser komkujiya Zaxo ya dawî

Duh, Çarşemê, di encama bombebarankirina navendeke geştyarî li Zaxo ya Herêma Kurdistana Iraqê, herî kêm 9 welatiyên sivîl ku di nav wan de jin û zarok hebûn, şehîd bûn û 23 kesên din jî bi giranî birîndar bûn,
Tirkiyê sivîl armanc kirin, ew berdewam gund û bqjarên sivîl arman dike bê rêzgirtin ji serweriya welatên cîran, ku xerbtirîn şêweyên êrîşkirin û destdirêjiyê dike li ser ewlekarî û îstiqrara herêmê bi taybetî li Sûriye û Iraqê

Meclisa Sûriya Demokratîk bi tundî vê komkujiya hovane şermezar dike, Meclis sersaxiyê ji gel û serkirdayetiya Iraqê re dixwaze û bi taybetî jî em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên bêguneh re dixwazin, û ji malbatên birîndaran re, şifaya lezgîn dixwazin.

Herwiha em tekezî li ser giringiya hevkarîkirina hêzên siyasî yên cuda yên Iraqê, di serî de hikûmeta navendî, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo piştevanîkirina rêya gelêrî, ku ji kêliyên destpêkê yên komkujiyê ve, redkirin û dijberiya xwe li hember hebûna Tirkiyê li ser axa Iraqê piştrast kir.

Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û tedbîrên pêwîst bigirin û Tirkiye ji ber êrîşên wê yên berdewam ên li dijî cîranên xwe, bêhurmetî û pabendbûna wê bi qanûnên navneteweyî yên ku serweriya Iraqê diparêze, bi taybetî komkujiya Zaxoyê ya vê dawiyê berpirsyar bibîne, û dawî li vê tevgera hovane
ya Tirkiyê bîne.

21’ê Tîrmehê 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.