Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD û Vîna Gelêrî: Guherînên Navdewletî bandorê li doza Sûriyê dikin; Lê Opozisyona Niştîmanî dikare bandorê li çareseriyea domdar bike

Di çarçoveya çalakiya hevpar a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gelêrî de; duh bi rêya sepana “Zoom” sempozyûmeke hevbeş bi navê (bandora guhertinên navdewletî li ser pirsa Sûriyê) li dar xist.

Ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk ve, endamê meclisa serokatiyê Sîhanok Dîbo û sekreterê giştî yê Partiya Vîna Gelêrî û endamê Eniya Guhertin û Rizgariyê Ela Erefat, nûnertiya wê kirin.

Semîner bi moderatoriya Serkirdeyê Partiya Vîna Gelêrî Muhened Dilêqan hat lidarxistin. Her du alî bi yekdengî li hev kirin ku rewşên navdewletî û herêmî bandoreke zelal li ser kirîza Sûriyê heye, bi taybetî bi girêdana wê bi mijarên aloz ên herêmî û navdewletî re.


Her du alî tekez li ser çareserkirina kirîza Sûriyê jî li gor riyên wê yên siyasî kirin, li ser bingeha biryara 2254; divê ji bo Opozisyona Niştîmanî ya demokratîk rolek zêdetir xuya bibe. Di sempozyûmê de gelek mudaxele jî hatin kirin.

Hêjayî gotinê ye ku QSD û Vîna Gelêrî di 30’ê Tebaxa 2020’an de li Moskowê rêkeftinek îmze kirin ku ji pênc xalan pêk dihat, ji bo çareseriya Sûriyê xalên bingehîn û nêrîneke rêveberî ya girîng ji bo bidawîkirina krîza Sûriyê têne dîtin.

Follow Me