Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD’ê li Kobanê civîneke berfireh li dar dixe

Meclisa Sûriya Demokratîk; Îro Çarşemê li bajarê Kobanî civînek berfireh ji bo gotûbêjkirina êrîş û gefên Tirkiyê li ser navçeyên Rêveberiya Xweser û bandora wan li ser rêya çareseriya siyasî, îro Çarşemê li yek ji salonên bajêr lidar xist.

Civînê bi amadebûna girseyeke berfireh ji kesayetî, şêx, rewşenbîr, kesayetiyên siyasî, civakî, îdarî û leşkerî yên bajar û gundewarên wê û li ser asta herêma Firatê bi tevayî, bi rêzdar Hesen Mihemed Elî, Serokatiya Nivîsgeha Têkiliyan di Meclisa Sûriya Demokratîk de, dest pê kir bi axaftina li ser rewşa cîhanî û rêkeftinên navdewletî, diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi siyasetmedarên xwe, bi îradeya xwe û bi fedekariya ciwanên xwe, herêm rizgar kirin, rêveberî ava kirin, û tevî nakokî û dijwariyan karî hevsengiya hêzê bi dest bixe.

Derbarê gefên Tirkiyê de jî Mihemed Elî amaje bi wê yekê kir ku “me bi hemû hêzan re siyaseteke hevseng meşandiye û bi cidî li gefan dinêrin û ji ber wê jî em hewl didin hevkêşeyê biguherînin.”

Wî her wiha got, “Helwesta me îro ji sala 2019’an bihêztir e û tişta ku Tirkiye li herêma ewle digere dubarekirina ezmûna dagirkeriyê ye, mîna ku li Tugaya Eskenderonê qewimî.” û bi destpêkirina şer û êrîşan li derveyî xaka xwe û astengkirina çareseriya li Sûriyê, ji krîzên xwe yên navxweyî derkeve.

Derbarê xebatên dîplomatîk de jî Mihemed Elî got, “Têkiliyên me ji bilî welatên erebî, bi welatên Ewropa û Amerîkayê re jî hene.” Ji ber vê yekê helwesta navneteweyî û hevgirtina ereban li hember gefên Tirkiyê û heta avakirina raya giştî ya navneteweyî li hember her êrîşekê. çalakiya ku zext û astengiyê pêk tîne derketiye holê.

Di dawiyê de, amadebûyan beşdar bûn û nerazîbûna xwe li hember artêşa Tirkiyê, dagîrkirina navçeyên wan û koçberkirina xelkê wê, pêwîstiya peydakirina îmkanên bersivdayînê li hember propagandayên derew yên Tirkiyê, û pêwîstiya hebûna netewî anîn ziman, û hevgirtina di navbera hemû komên civakê de û her kes bi projeya xwe ya demokratîk li dijî dagirkerî û projeyên dûrxistinê rola xwe ya pêşeng di avakirina Sûriyeya nû de bigire.

Follow Me