Meclîsa Sûriya Demokratîk

Heleb.. Mangirtinek li dijî gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê

Li ser vexwendina navenda bajarê Helebê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk, li dijî gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur, Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Şemiyê 25ê Hizêranê li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê çalakiya nobetê li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, hejmarek ji rêxistinên jinan û bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî çalakiya nobedê ya ku li yek ji kolanên sereke yên rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin, bûn.

Di çalakiyê de pankartên “Ji dagirkeriya Tirkiyê re na”, “Na ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Til Rifetê re” û “Na ji kuştinê ûwêrankirinê re, em Aştiyê dixwazin”, banga yekitiya xaka Sûriyê û ewlekarî û aramiya welat kirin.

Ev yek û di dema nobetê de endamê Meclisa serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk “Merî El-Şiblî” axaftinek pêşkêş kir û tê de got ku “Dewleta Tirk li ser siyaseta xwe ya provakasyoner a sîstematîk berdewam e ji bo afirandina hêzeke nû û cuda, rastiya yekitiya xak û welatê Sûriyê bi taybet li herêmên ku li Sûriyê dagir kiriye.”

Wî bal kişand ser siyaseta Tirkiyê ya ku li dijî şêniyên herêmê dimeşîne û got, “Dewleta Tirkiyê di belavkirina niştecihan û koçberkirina xelkê xwecihî de, hewl dide demografiya herêmê biguherîne û dîrok û çanda wê li gorî berjewendiyên xwe ji holê rake û berjewendiyên xurtkirina dagirkeriyê. Ev binpêkirinên sûc û terorîst ên dewleta Tirk û çeteyên wê bi armanca şikandina îradeya gelan e û têkbirina rewşa ewlekarî û aramiyê li tevahiya Sûriyeyê.”

Li ser avakirina herêma ewle jî, El-Şiblî got ku projeya dewleta Tirkiyê a dagirker a derbarê avakirina herêma ewle ya li ser sînorê Sûriyê projeyeke dagirkeriyê ya ji bo axa nû li Sûriyê ye, herwaha got, her êrîşeke Tirkiyê dê encamên cidî û metirsî li ser ewlehiya xelkê sivîl li bakur û rojhilatê Sûriyê hebe, û dê bibe sedema karesateke mirovî ya mezin, bi taybet ku dê zemînek ji bo vegerandina şaneyên DAIŞ’ê û wê amade bike, hêmanên girtî, ku vedigere nearamî û kaosê û gefê li hemû Sûriyê û welatên cîranê wê dike.

El-Şiblî di dewama axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û erebî, welat û rêxistinên erebî kir ku li hemberî gefên berdewam û hedefgirtina herêmên ewle yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, helwestê nîşan bidin, da ku rê li ber operasyoneke nû ya leşkerî bê girtin.

Wî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji cîhanê re piştrast dikin ku em wekî Sûriyan li dijî her destwerdaneke derve ne ku armanca wê parçekirina Sûriyê û avakirina parçeyên nû ji wê ye. Em prensîba diyalogê û cîbicîkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî ku di xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê û parastina rûmeta wan.”

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.