Meclîsa Sûriya Demokratîk

Heleb… Buroya Jinê ya MSD’ê encamên krîza li ser jinên Sûriyê gotûbêj dike

Îro Şemiyê 4ê Hizêranê, Buroya Jinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê, bi amadebûna femînîstên serbixwe, kesayet û nûnerên partiyên siyasî, komxebatek bi navê “Krîza Sûriyê û encamên wê li ser jinan” li salona civînên meclisê li dar xist.

Rêvebera Buroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk-Navenda Helebê Neclaa Hemze axivî û bal kişand ser bandora aloziya li ser jinan.

Hemze amaje bi wê yekê kir ku dijwarbûna vê aloziya demdirêj û zêdekirina bandora wê li ser şikestina rewşa jin û keçên Sûriyê, Ji ber vê yekê jina Sûriyeyî rastî êş û azarên pir giran ji ber vê şerê berdewam û penaberî û koçberiyê bi taybetî li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, rastî kuştin, revandin, îşkencekirin û bandora aloziyê hat. Ev bandor di warê psîkolojîk, aborî, civakî, tenduristî û siyasî de bandoreke neyînî li jinan kir.

Piştî avakirina çar koman, komxebat bi du xalên sereke ve mijûl bû, di ya yekem de kirîza Sûriyê û bandorên wê li ser jinan ji aliyê siyasî, aborî, civakî, perwerdeyî, derûnî ve hatin nîqaşkirin.

Di civînê de beşdaran li ser rwşa jinên Sûriyê, bandorên krîzê li ser wan, astengî û pirsgirêkên li pêşiya jinan û rêyên çareseriya wan gotûbêj kirin.

Beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çirûska şer û pevçûnan karîn rola xwe derbixin û hebûna xwe îspat bikin û di astên cuda yên dîplomatîk, siyasî, aborî û rêxistinî de gelek destkeftî bi dest xistine.

Di xeleka duyemîn de li ser çareseriyên awarte yên ku jinan ji vê rewşê rizgar dikin gotûbêj kirin, beşdaran tekezî li ser pêwîstiya avakirina karînên jinan weke xebatkarên aştiyê kirin, û kar ji bo beşdarbûna di hemû astan de li ser prensîba hevsengiyê li hemû herêmên Sûriyê, mîna ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û ji bo xurtkirin û pêşxistina Qanûna Jinê û misogerkirina sepandina wê li seranserê welat.

Follow Me