Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derketin xwepêşandanekê, ji bo daxwaza rakirina xala pişkinînê ya Firqeya çaran û şermezarkirina siyasetên birçîkirinê ji aliyê desthilatê ve li Şamê bi rêgirtina li ber derbasbûna madeyên bingehîn weke ard, derman, şîrê zarokan û sotemeniyê bo her du taxan.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi meşekê bi dirûşma “Na ji dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re, ji siyaseta birçîbûnê re na, bijî berxwedana gelên azad” dorpêç şermezarkirin.
Welatî, partiyên siyasî, saziyên sivîl û Meclisa Sûriya Demokratîk beşdarî xwepêşandanê bûn û xwepêşander li ber salona civînê ya li rojavayê taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kom bûn.
Xwepêşandan li kolanên sereke yên taxê geriyan heta ber bi xala kontrolê ya El-Cezîre (rêbenda Firqeya Çaran), di nava dengên bilind de ku dirûşmeyên banga bidawîkirina dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehba dikirin û daxwaza vekişîna rêbendên Firqeya çaran ji riyên ku diçin herdu taxan.
Li pêşiya xala kontrolê ya Firqeya Çaran, endamê desteya serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk “Merî El-Şiblî” li ser navê şêniyên taxê axaftinek kir û diyar kir ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Taxên El-Şehba yên Sûriyê ne û ev herêm beşeke bingehîn a xaka Sûriyê ye.
Siyaseta sîstematîk a hikûmetê ya birçîkirina xelkê û danûstandina bi wan re li ser debara jiyana wan red kir û got, “Eger hikûmeta Şamê bawer bike ku bi vê siyasetê dikare gelê me yê ku taxa xwe û bajarê Helebê parastiye, razî bike, em razî nabin û em ê berxwedana xwe bidomînin.”
El-Şiblî tekezî li ser pêwîstiya vekişandina xalên pişkinînê yên Firqeya çaran li deriyên her du taxan kir û pêwîstiya rakirina dorpêça ferzkirî, û gihandina hemû kelûpelên pêwîst ên bingehîn ku pêdiviyên welatiyan peyda dikin, kir.
Hêjayî gotinê ye ku Firqeya Çarê ya hikûmeta Şamê, ji 13ê Adarê ve, rê li ber derbasbûna ard, sotemenî, şîrê zarokan û pêdiviyên pizîşkî girt, liget madeyên xam ji bo çêkirina cil û bergan.