Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyaniya bi helkefta şoreşa Sûriyê

11 sal di ser destpêkirina şoreşa sûrî re derbas bûn, ya ku tevgera wê li bajarê Deraa destpêkir piştî bêtir ji çend hewildnên zor ji aliyê Sûriyan li Şamê û deverên din. Bi lez ev tevger belav bû li her deverê li tevaya bajarên Sûriyê, hê jî dengvedana dengê xwepêşanderên aştiyane tê yên ku bi azadiyê û rûmetê bang didan, ew dengên azad ku bi fîşek û tundiya zêde ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi awayekî hovane hat ku di dîroka nûjen de nehatiye dîtin.

Berî, tevgera şoreşgerî ya Sûriyê di nîvê Adara 2011’an de bi gelek salan têkoşîna li dijî zordestiyê pêş ketz, welatiyên Sûriyê rastî zordestî û belayê hatin ji encama siyasetên nemirovane yên ku rejîmê bi deh salan li dijî wan sepandine, ew siyasetên stemkar ên ku gelek xebatkarên azadiyê bi salan di zindanan û girtîgehan de hiştin ku rastî tundtirîn şêweyên îşkencekirinê û zordestiyê hatin.

Desthilatdariya Şamê berpirsiyar e ji bobelata mirovî li Sûriyê, û berpirsiyarê sereke ye ji kuştin, wêrankirin û koçberkirina ku li welat pêk hat, tasfiyekirina di girtîgeh û navendên binçavkirinê, û windakirina kesên ku hatine revandin û bi zorê hatine windakirin, hemû destpêşxwriyê navxwe red kir bi bi navdewletkirina kirîzê berê sûriyê da dewlet serweriya weê hat binpêkirin, û xaxa wê dagîrkirî be û ma girêdayî hêzên herêmî û navneteweyî ye.

Li hêleke din deshilatdariya Şamê destê wê dirêj bû ki şoreşa Sûriyê ji riya wê ya rizgarîxwaz derxîne, û ew ber bi çekdarkirina aliyên opozisyonê û rêxistinên îslamî û terorîstî ve birin. Tevî gelek zehmetî û kêşeyên ku şoreşa Sûriyê pê re rû bi rû maye, û tevî hemû hewlên revandin û talankirinê li ser destên hov û kirêgirtiyên hêzên dij-şoreşê, ew di cewherê xwe de wek şoreşa maf, azadî û rûmetê dimîne û pêvajoya wê ya dîrokî wê tijî hêvî, armanc û daxwazên bilind bimîne.

Meclisa Sûriya Demoqratîk pabendbûna xwe bi parastina daxwazên şehîdên azadî û rûmetê tekez dike, û di wê baweriyê de ye ku ti çareserî li Sûriyê nemaye ji bilî pêkanîna veguheztina siyasî ber bi dewleteke demokratîk, piralî û nenavendî ve ku bi destûrî mafên hemû neteweyan û pêkhateyên olî, û mafên siyasî, aborî, civakî û çandî yên hemû hemwelatî, kom û kesan bêyî ti cudahî li ser bingeha nijad, zayend, reng, ol û ziman garantî bike.

Meclis tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîste hemû aliyên opozisyona niştimanî ya demokratîk li ser nêrînên yekgirtî, bernameyeke berfireh û nexşerêyekê ji bo derketina ji qeyranê, bidawîkirina dagîrkeran û bidestveanîna armancên şoreşa azadî û rûmetê li hev bikin. Meclis her wiha daxwaz ji civaka navdewletî dike ku hevkarî û piştevaniya riya niştimanî ya demokratîk bikin ji ber ku tenê rêya rizgarkirina welat û bidestxistina ewlehî û aramiyê li navçeyê ye.

Bilindî û nemirî ji bo şehîdan
Azadî ji bo girtiyên nerînê

14’ê Adarê 2022
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.